Pergala qirkirin û îşkenceyê ya li dijî Rêber Apo li Reqa û Dêrazorê hat şermezarkirin.
Aliyan bang li Komîteya Wezîran a Ewropayê kirin ku nirxandinên xwe yên derbarê pêkanînên dewleta Tirk ên li dijî Rêber Apo de li ber çavan re derbas bike.
Dewleta Tirk a dagirker Pergala qirkirin û îşkenceyê ya li dijî Rêber Apo didomîne.
Ji bo hilweşandina vê pergalê û bidest xista agahiyekê li ser Rêber Apo xelkê herêmê dinava çalakiyan de ne.
Bi vê armancê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya û Yekitiya Parêzeran a Kantona Reqayê daxuyaniyeke hevbeş dan.
Di daxuyaniyê de, Pergala qirkirin û îşkenceyê ya li dijî Rêber Apo hat şermezar kirin û wiha hat gotin:
“Em ji ber pergala îşkenceyê ya domdar a ku dewleta Tirk li ser Rêber Apo dimeşîne, bi fikar in.”
Aliyan bang li civata navneteweyî û rêxistinên têkildar kirin ku zextê li dewleta Tirk bikin û dawî li “pergala nayê qebûlkirin” bînin.
Her wiha bi heman daxwazê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Kantona Dêra Zorê jî, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de biryara komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya derbarê Rêber Apo de hat bibîrxistin
Komîteya Wezîran piştrast kiribû ku li Îmraliyê binpêkirin hene, lê biryadar dabû ku wê heta salekê binpêkirinan bişopîne.
Di vê çarçoveyê de di daxuyaniyê de hat gotin:
Pergala li Îmraliyê tê meşandin pergala îşekce û qirkirinê ya mutleq a sîstematîk e ku tevahî binpêkirin derbas kirine.
Lê mixabin Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê “Çavê xwe li van rastiya girtiye.”
Dawiyê de, bang li komîteyê hat kirin ku biryara xwe ji nû ve binirxîne, pergala li Îmraliyê bi awayekî durust pênase bike.
Xelkê Tebqayê pergala îşkence û qirkirinê li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir



