Polîsên dewleta tirk a dagirker bi ser avahiyên MED-DER’ê û Pirtûkxaneya Payîza ya li Amedê de girtin.
Li gorî agahiyan 23 kes hatin binçavkirin û gelek materyalên perwerdeyê jî desteser kirin.
Serdegirtina polîsan di pêşengtiya MED-DER’ê hat şermezarkirin û hat gotin: “Em ê ji bo statû û perwerdeya Kurdî bi paş ve gav neavêjin.”
Vê sibehê li Amedê polîsan bi ser avahiyên MED-DER’ê û Pirtûkxaneya Payîz de girtin.
Polîsan li avahiyên her du saziyan jî kelûpelên wan belavela kirin û bi sedan materyalên perwerdeyê, pirtûk, kovar û hard dîskên computeran desteser kirin.
Paşê polîsan avêt ser Kooperatîfa Perwerdeya Ziman û Hunerê ya Ankayê ya ku kargehên perwerdehiya pirrzimanî û hunerê li dar dixe.
Koperatîf li taxa Bagcilar a navçeya Rezanê ya Amedê ye.
Di çarçoveya lêpirsîna der barê MED-DER’ê, Kooperatîfa Ankayê û Payîz Pirtûkê de gelek kes hatin binçavkirin.
Di nav binçavkiriyan de rêveberên MED-DER’ê, perwerdekarên dersên zimanê kurdî jî hene.
Heta niha li gorî agahiyên li ber destan 23 kes hatine binçavkirin.
Tê gotin ku dibe hejmara binçavkiriyan zêdetir bibe.
Hat zanîn ku biryara “veşarî-nepeniyê” danîne ser dosyeya lêpirsînê.
Heta 24 saetan jî hevdîtina parêzeran a bi miwekîlên wan re hat qedexekirin.
Serdegirtina MED-DER’ê hat şermezarkirin
Serdegirtina polîsan di pêşengtiya MED-DER’ê de li ber avahiya komeleyê bi daxuyaniyekê hate şermezarkirin.
Ji bilî gelek nûnerên rêxistinên sivîl ên civakî û partiyên siyasî yên li bajêr gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.
Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk DBP’ê ya Amedê a ewilî Sûltan Yaray têkildarî mijarê axivî.
Sûltan Yaray bal kişand ser êrişên qirkirinê ya dagirkeriya dewleta Tirk li ser hebûna gelê kurd û got:
“Tiştek nema bi serê gelê kurd nehatî. Lê dîsa jî gelê kurd dest ji hebûna xwe berneda.
“Em ê ji bo statu û perwerdeya Kurdî bi paş ve gav neavêjin”
Sûltna destnîşankir ku gelê kurd ne kurdên beriya sed salan e û wiha got:
Êdî hûn nikarin bi tirsê wan bisekînin.
Kurd ji mirinê netirsiyan û her tim xwedî li çand û zimanê xwe xûdî derketin.”
Dawiyê Sûltan da zanîn ku ew ê ji bo statû û perwerdeya Kurdî bi paş ve gav neavêjin.
Polîsên dewleta Tirk bi ser avahiya MED-DER û Payîz Pirtûkê de girtin



