Yekem stranbêja Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ku di salên 1970’an de weke jineke serhildêr dest bi karê hunerê kir û weke yek ji stêrên herî geş di huner û muzîka Kurdî de derket, hunermend Fetane Welîdî koça dawî kir.
Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê, Fetane Welîdî di ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest da.
Fetane Welîdî di sala 1953’an de li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê di nava malbatek hunerî de ji dayîk bû.
Li Dibistana Bilind a Muzîkê ya li Tehranê xwendiye.
Di pêvajoyek rejîma Îranê de dengê jinan qedexe kirî û dilê her kesê dixwest li nava koman dengê jinan jî hebe, Fetane derketiye.
Fetane Welîdî zêdetirî 56 stran li radyoyên Sine û Kirmaşanê qeyd kiriye.
Li gelek deverên Rojhilatê Kurdistan û Îranê dengê wê yê zelal hatiye guhdarîkirin.
Fetane hezkirina welatê xwe bi dengbêjiyê aniye ziman ku çiqasî bi welatê xwe ve girêdayî ye.



