Sekreterê Giştî yê Partiya El Weten El Sûrî Sabit El Cewher diyar kir ku îsrara hikumeta Şamê ya redkirina diyalogê bûye sedema domandina krîza Sûriyê û got:
“Dê diyaloga navxweyî ya Sûriyê kirîza Sûriyê çareser bike.
Pêwist e hemû alî werin ber maseya diyalogê û tawîzan pêşkêş bikin.
Pêwîstî bi zexteke gelêrî li ser Şamê heye.”
Piştî 13 salan ji krîza Sûriyê, hîn jî tu çirûskên çareseriyê di holê de tune ne.
Girêdayî wê gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe destnîşan dike ku çareseriya tekane ya krîza Sûriyê diyaloga navxweyî ya Sûriyê û redkirina destwerdanên derve ye.
Lê ew jî di halê heyî de dûre, nexasim ku gelek aliyên ji derve li ser xaka Sûriyê li pêkanîna berjewendiyên xwe li ser hesabê gelê Sûriyê digerin.
Hikumeta Şamê jî di îsrara xwe ya redkirina çareseriyan de dewam dike.
Têkildarî mijarê, Sekreterê Giştî yê Partiya El Wetel El Sûrî Sabit El Cewher têkildarî mijarê ji ANHA re axivî.
“Dê diyaloga navxweyî ya Sûriyê kirîza Sûriyê çareser bike”
Sabit El Cewher diyar kir ku di demên berê de di navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de gelek hevdîtin hatine kirin, lê bê encamp bûn û got:
“Sedema bêencambûna hevdîtinan serhişkiya hikumeta Şamê û îsrara wê ya pêkanîna rêbazên leşkerî ye
Êdî di tevahî aliyan de tu rola Şamê tune ye. Ew li gorî biryarên Rûsya û Îranê tevdigere.
Dê diyaloga navxweyî ya Sûriyê kirîza Sûriyê çareser bike.
Şam çareseriyê asteng dike, lê Rêveberiya Xweser rê dide partiyên siyasî ku têkiliyê bi hev re bikin.”
“Pêwîste hemû alî werin ber maseya diyalogê û tawîzan pêşkêş bikin”
El Cewher anî ziman ku hîna hikumeta Şamê dev ji hişmendiya yek partiyê û navendiya rêveberiyê bernedaye û li gorî wê her diyalogek ji bo guhertina teşeya hikumetê û destûrê jidestdayîna desthilatiyê ye û wiha domand:
“Ji ber wê jî Sûriye gihîştiye vê astê.
Yên ku diyaloga navxweyî ya Sûriyê bi rê ve bibin hêzên nîştimanî û yên welatparêz in ku ku baweriyê bi çareseriya Sûriyeyî û mafên hemû pêkhateyan tînin.
Pêwist e hemû alî werin ber maseya diyalogê û ji bo pêkanîna guhertina siyasî, sazkirina destûreke nû, vegerandina koçber û penaberan tawîzan pêşkêş bikin.”
“Pêwîstî bi zexteke gelêrî li ser Şamê heye”
Sekreterê Giştî yê Partiya El Wetel El Sûrî destnîşan kir ku gelê Sûriyê dikare bi rêya zextkirina li hikumeta Şamê ji bo qebûlkirina diyalogê roleke pir mezin bilîze.
Hisên Osman: Diyalog û pergala nenavendî rêya çareseriya aloziyan e



