Li Miyanmarê rewş ji ber bagera yagî û lehiyê gelekî giran e.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di bûyerên bagera Yagi de 419 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdeyî 140 hezar kes jî ji karesatê bandoreke neyînî dîtine.
Li Miyanmarê bîlançoya bagera yagî û lehiyê giran dibe.
Li gorî nûçeya ajansa Şînhua, ji aliyê Meclîsa Îdareya Eyaleta Miyanmarê ku saziya îdarî ya hikûmeta leşkerî ya Myanmarê ye, têkildarî lehî û şimitîna axê ya li welêt daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di bûyerên bagera Yagi de 419 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdeyî 140 hezar kes jî ji karesatê bandoreke neyînî dîtine.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji ber lehî û şemitîna axê zêdeyî 750 hezar dekar zeviyên çandiniyê zirar dîtine û ji ber karesatê bi hezaran lawir mirine.
Her wiha daxuyaniyê her wiha destnîşan kir ku bi qasî 14.2 mîlyon dolar bûdce ji bo xebatên lêgerîn, rizgarkirin û sererastkirinê hatiye veqetandin.
Bahoza Yagi bi qasî hefteyekê bakurê Vîetnam, Laos, Tayland û Miyanmarê xera kir û bû sedema lehî û şimitîna axê ku di encamê de bi sedan kes li herêmê mirin.
Di vê navberê de di daxuyaniya ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hat dayîn de hat diyarkirin ku hejmara kesên ji ber karesata li Miyanmarê mexdûr bûne derket 887 hezarî.
Ji aliyê din ve rêveberiya leşkerî ya Miyanmarê di çarçoveya têkoşîna li dijî karesata hefteya borî de ji welatên biyanî û saziyên alîkariyê xwestibû.
Li eyaleta Işikawa ya Japonyayê ji ber barana zêde 9 kes mirin
Li aliyê din li gorî nûçeya NHK’ê ya dewleta Japonyayê, di lehî û şimitîna axê de ku ji ber barana zêde li herêmên Noto û Sûzû rû da, hejmara miriyan zêde bû.
Rayedaran ragihandin ku di karesatan de 9 kesan jiyana xwe ji dest dane û 8 kes jî winda bûne.
Rayedaran diyar kirin ku gelek kes li herêmê asê mane û diyar kirin ku ji bo derxistina van kesan xebat didomin.



