Endama Desteya Edîtoran a Kovara Jineolojiyê Rojda Yildiz û mamosteyek di çarçoveya lêpirsîna li Amedê de di serdegirtina saziyên ziman de hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de duh bi ser Komeleya Lêkolîna Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER), Payîz Pirtûk û Kooperatîfa Perwerdeya Ziman û Çandê ya Ankayê û gelek malan de hat girtin.
Di serdegirtinan de pirtûk, kovar û materyalên dijîtal hatin desteserkirin.
Kesên hatin binçavkirin li Şaxa TEM’ê ya li Amedê tên girtin.
Hat hînkirin ku danê êvarî 2 kesên din jî hatine binçavkirin.
Mehmet Selîm Temelê li ANKA’yê mamostetiyê dike û Endama Lijneya Weşanê ya Kovara Jîneolojiyê Rojda Yildiz hatin binçavkirin.



