Rojnamevan Peşxan Ezîzî ya ku li Îranê cezaya darvekirinê lê hatiye birîn û li Girtîgeha Evîn tê dîlgirtin rakirin nexweşxaneyê.
Li gorî medya Rojhilatê Kurdistanê rojnamevan Pexşan Ezîzî ku li Îranê cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, li Girtîgeha Evînê ya lê tê dîlgirtin, rakirine nexweşxaneyê.
Hate gotin bijîşkan ragihandiye ku pêwîstiya Pexşan bi nexweşxaneyê heye û divê were dermankirin
Di daxuyaniya ser hesaba medya dîjîtal a Pexşan Ezîzî ya 23’ê îlonê hatiye parvekirin de wiha hatibû gotin:
“Pexşan Ezîzî rastî êşa giran a serêşê tê.
Pexşan Ezîzî di meha tebaxa 2023’yan de ji hêla hêzên rejîma Îranê ve hate binçavkirin.
Piştre ji hêla Dadgeha Tehranê ve bi hinceta tev li çalakiyên “Jin, jiyan, azadî” bûye, cezayê darvekirinê lê hate birîn.



