Rojnemevana girtî Pexşan Ezîzî nexweş ketiye û dema xwestiye biçe cem doktor daxwaza wê ya dermankirinê hatiye astengkirin.
Rojnameger Pexşan Ezîzî li girtîgeha Evînê ya Îranê dimîne:
Di 23’ê Tirmehê de cezayê ‘darvekirinê’ lê hate birîn.
Li gorî agahiyên li ser hesabê medyaya dîjîtal a Pexşan Ezîzî hatiye dayîn hat diyarkirin ku Rojnemevan Pexşan Ezîzî pirsgirêkên tendirustî dijî.
Her wiha hat gotin, “Pexşan Ezîzî rastî êşa giran a serêşê tê.
Tevî ku malbata Rojnemevan Pexşan ji bo dermankirinê mesrefên doktor qebûl kirine jî rê nadin wê ku biçe cem doktor”.



