Di Kongreya 10’emîn a PYD’ê de Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso wek hevserokên PYDʹê hatin hilbijartin.
Hevserokên nû kî ne?
Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) di 21-22ʹyê Îlonê de bi dirûşma “Bi hev re ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo, çespandina Rêveberiya Xweser û avakirina Sûriyeyeke demokratîk” bi beşdariya 700 delegeyan kongra xwe ya 10`emîn li dar xist.
Di kongreyê de Perwîn Yûsif û Xerîb Hiso wek hevserok hatin hilbijartin.
Perwîn Yûsif kî ye?
Perwîn Mihemed Emîn Yûsif, sala 1986`an di nava malbateke welatparêz de li bajarê Dêrikê ji dayik bûye.
Sala 2010`an bawernameya Peymangeha Bilind a Îdarî û Darayî ji Zanîngeha Şamê bi dest xistiye.
Beriya destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012ʹan tev li xebatön tevgera ciwanan bûye.
Piştî şoreşê wek endameke Kongra Star xebat xwe di nava şoreşê de berdewam kiriye.
Ji 2012-2014`an ve wek hevseroka Meclisa Bajarê Dêrikê peywir girt.
Perwîn Yûsif yek ji damezirînerên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye û di sazkirina Hevpeymana Civakî de cih girtiye.
Ji 2014 -2016`an ve di Dîwana Hevserokatiya Meclisa Zagonsaz a Kantona Cizîrê de cih girt.
Her wiha di 2017`an de wek hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî xebat da meşandin.
Ji 2018-2022`yan ve jî hevseroka kantona Qamişloyê bû.
Ji 2022`yan ve (9`emîn Kongreya PYD) heta vê kongreyê hevseroka Nivîsgeha Rêxistinî ya PYD`ê bû.
Xerîb Hiso kî ye?
Xerîb Hiso ji civaka êzidî ye, sala 1967`an li gundê Qestel Cindo yê Efrînê ji dayik bûye. Zewicî ye û bavê 4 zarokan e.
Xwendina xwe ya seretayî û navîn li dibistana gund û sala 1984`an beşdarî xebatên siyasî û şoreşgerî dibe.
Ji ber xebatên di nava Tevgera Azadiyê de Xerîb Hiso 3 caran ji aliyê hikumeta Şamê ve tê girtin, cara dawîn jî sala 2011`an bû û bi mehan di girtîgehê de hat ragirtin.
Bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê re Xerîb Hiso li bajarên Heleb, Bab û kantona Şehbayê ji bo şîrovekirina girîngiya hevgirtina pêkhateyan û belavkirina fikra neteweya demokratîk civîn çêkirine.
Di sala 2003`yan de Xerîb Hiso roleke sereke di avabûna PYD`ê de lîst û wek endamê Desteya Rêveber a PYD`ê li Helebê gelek xebat meşandin.
Xerîb Hiso ji 2013-2017`an ve erka nûnertiya PYD û TEV-DEM`ê li Başûrê Kurdistanê girt, herî dawî jî ji 2018-2024`an wek hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) xebat meşand.



