Rojnemevan Pexşan Ezîzî, Gulîstan Tara û Hêro Bahadîn hêjayî xelata rûmetê hatin dîtin. Rojnemevan Pexşan Ezîzî û Malbata Hêro Behadîn ji bo merasîma Xelatên Musa Anter peyam şandin û diyar kirin ku ewê heta dawiyê li ser şopa şehîdên rêya azadiyê bimeşin.
31’emîn merasîma xelatên Rojnamevaniyê yên Şehîdên Çapemeniya Azad û Mûsa Anter li Navenda Çandê ya Cemîl Candaş a li Stenbolê hat lidarxistin.
Xelata Rûmetê ya îsal ji bo bîranîna rojnamevanên berxwedêr Gulistan Tara û Hêro Bahadîn ên ku di êrişa dewleta Tirk de li Silêmaniyê hatin şehîdkirin hat dayîn.
Her wiha parêzera mafên jinan û rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî ku Îranê biryara darvekirinê lê birî hêjayî xelata rûmetê hat dîtin.
Pexşan Ezîzî ya di girtîgeha Êvînê peyamek şand MERASÎMÊ.
Pexşan Ezîzî: Ez xelata xwe diyarî malbata ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dikim
Rojnemevan Pexşan di peyama xwe hemû şehîdên çapemeniya Azad bi bîranî û ev tişt anî ziman:
Ev peyam bi silavên min ên şoreşgerî ji Girtîgeha Êvînê ya kela berxwedanê ye bi felsefeya “Berxwedan jiyan e” ji bo Bakurê Kurdistanê ye.
Bakurê Kurdistanê her tim di berxwedana Kurdistanê de xwedî cihekî girînge û her tim bûye dengê girtiyan û azadîxwazan.
Em weke kesekî ku felsefeya ‘Jin Jiyan, Azadî’ dişopînim di duyemîn salvegera şoreşê de vê xelatê diyarî malbata ‘Jin, Jiyan, Azadî’ dikim.”
Malbata Hêro behadîn: Şehîd Hêro û Gulîstan keçên heqîqet û Kurdistanê bûn
Malbata Hêro Behadîn jî peyamek rêkirin merasîma xelatdayinê û gotin:
Heqîqet ji dîrokê heta îro bûye nirxa herî pîroz a hemû netewe û civakan.
Ev hemû êrîşên terorî ji bo pûçkirin û tinekirina heqîqetê ne.
Şehîd Hêro û Gulistan keçên me bûn, keçên heqîqet û Kurdistanê bûn.
Ew jî weke Apê Musa di têkoşîna azadiya gelan de ji bo heqîqetê bûne stêrkek.
Hêro di vê rêyê de qet dudilî jiyan nekir.
Çawa ku Apê Musa bû sembol û mînaka têkoşîna li dijî dewleta Tirk a faşîst, Hêro û Gulîstan jî ev rê şopandin û pênûs û têkoşîna Apê Musa hilgirtin.



