Rûsyayê îdia kir ku Ukraynayê di operasyona bejayî ya ku 7 hefte ne li Kurskê dewam dike da 56 sivîl kuştin û 266 sivîl jî birîndar kirin.
Ukrayna îdiayên Rûsyayê red kir.
Rûsyayê îdia kir ku Ukraynayê ji 6’ê Tebaxê û vir ve li herêma Kurskê 56 sivîl kuştine.
Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya Hêzên Êrîşa Esmanî ya Ukraynayê hat parvekirin de wiha hat gotin:
“Ji destpêka operasyona li herêma Kurskê ya Rûsyayê heta niha ev duyemîn operasyona serkeftî ye ku sînorê Rûsyayê derbas dike.”
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser dîmenê ku li ser hesabê medyaya civakî ya Hêzên Êrîşa Esmanî hat parvekirin û wiha hat gotin:
“Di dîmenê de derbaskirina astengiyên qereqolê, ketina hêzên hewayî ya li nava xaka dijmin û pevçûnên ewil ên li herêma sînor, ku tanker tê de cih digirin, nîşan dide.”
Rûsya: Ukrayna di 7 hefteyan de 56 sivîl kuştin û 266 sivîl birîndar kir
Her wiha Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe ya îro de îdia kir ku Ukraynayê di pêşveçûna xwe ya 7 hefteyan de li Kurskê herî kêm 56 sivîl kuştine û 266 sivîl jî birîndar kirine.
Li gorî nûçeya Reutersê, di daxuyaniya berê ya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê de, hatibû gotin ku di heyama heya 5’ê Îlonê de 31 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Wezaretê di daxuyaniya xwe ya dawî de îdia kir ku 131 hezar sivîl ji ‘herêmên herî xeternak’ ên herêmê derketine, lê hêzên Ûkraynayê li herêma Kurskê li dijî îradeya sivîlan digre, di nav de 70 heta 120 kes li Sudzhayê hene.
Ukrayna: Em sivîlan nakin armanc
Berdevkê Wezareta Derve ya Ukraynayê Heorhiy Tykhyi di bersiva pirsa ajansa Reutersê ya derbarê daxuyaniya Rûsyayê de, diyar kir ku Ukrayna li gorî yasayên navdewletî tevdigere û sivîlan nake armanc.
Berdevkê Wezareta Derve ya Ukraynayê di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Ji ber dîroka dirêj a Rûsyayê ya hejmarên derewîn û propaganda, tu rêyek ji bo rastkirina van îdîayan tune.
Heke Rûsya bixwaze rewşa rastîn li ser erdê nîşan bide, dikare bi vî rengî ji Neteweyên Yekbûyî û Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî re peyda bike.”



