Li gundewarê Girê Spî yê dagirkirî mayînek bi erebeyeke çeteyan de teqiya, di encamê de 2 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.
Çavkaniyekî xwecih ji bajarê Girê Spî yê dagirkirî diyar kir ku mayînek bi erebeya çeteyên ʹPolîsên Sivîlʹ ên dewleta Tirk a dagirker de teqiya, di encamê de 2 çete hatin kuştin.
Li gorî heman çavkanî yê, teqîn li ser rêya di navbera bajarokê Helebiye û bajarê Eyn Îsayê de pêk hat.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker beriya çend rojan gelek welatiyên li heman herêmê bi sûcê destê wan di êrişan de heye revandibûn.
Artêşa Tirkiyê ew kes bi sûcê madeyên teqemeniyê derbasî herêmê kirine tewanbar kiribû.



