Li gorî Endamê YNK’ê Mehmud Xoşnaw, Serokê hikûmeta demborî ya Herêmê Mesrur Barzanî 20 hezar welatiyên Suriyeyî di nav hêzên Zêrevan ya ser bi PDK’ê de bi cih kiriye.
Mehmud Xoşnaw dibêje hikûmeta Başûr li şûna navên Suriyeyî, navên welatiyên Iraqê bi nav kir da ku mûçeyê hêzên wan neyên rawestandin.
Gelo PDK’e li dijî rojavayê kurdistanê di nava planan de ye!
Serokê hikûmeta demborî ya Başûrê Kurdistanê Mesrur Barzanî 20 hezar welatiyên Suriyeyî di nav hêzên Zêrevan ya ser bi PDK’ê de bi cih kiriye.
Ev îdia ji aliyê endamê YNK’ê Mehmud Xoşnaw ve hate ragihand.
Endamê Yekitiya Niştîmaniya Kurdistanê (YNK) Mehmud Xoşnaw têkîldarî vê mijarê ji medya Iraqê re axivî.
Mehmud Xoşnaw diyar kir ku ev tayînkirin bi mûçeyên mezin hatine pêkanîn û ev tişt got:
“Tayînkirina mûçeyên mezin bû sedema nerazîbûnên hikûmeta Bexdayê.
Ji ber vê dema şandeya Encûmena Aborî ya Iraqê hat herêma Kurdistanê, hikûmeta Herêma Kurdistanê navên lîsteyan guhert.
Hikûmetê li şûna navên Suriyeyî, navên welatiyên Iraqê bi nav kir da ku mûçeyê hêzên wan neyên rawestandin.”
Xoşnaw diyar kir ku hikumeta Başûrê Kurdistanê qebûl nake ku lîsteya navên hêzên xwe ji hikûmeta navendî re bişîne.
Endamê YNK’ê Mehmud Xoşnaw anî ziman ku vê yekê rê li ber nerazîbûnên mezin vekiriye û ev tişt got:
“Ev mijar bû sedema gengeşeya siyasî û darayî di navbera Bexda û Hewlêrê de.
Dibe ku ev dosya rê li ber lêkolîna zêde ya polîtîkayên kar û lêçûnê li herêmê veke.
Divê Iraq zextên li ser hikûmeta Mesrûr Barzanî zêdetir bikin da ku lîsta nav û karmendan zelaltir bike.”
Gelo PDK’e li dijî Rojavayê Kurdistanê di nava planan de ye!
Jixwe li gorî çavdêrên siyasî PDK’e welatiyên Rojavayê Kurdistanê tevlî nava hêzên xwe dike û wan li dijî Rojava bikar tîne.
Mînaka vê yekê jî bi girtina sîxorên ku ji aliyê MÎT’a Tirkiyê û PDK’ê ve derbasî Rojavayê Kurdistanê bibûn ve eşkere bibû.
Sîxorên ku hatine girtin di bernameya destê darî de bi eşkere diyar kirin ku PDK’e ew ji bo dijî şoreşa Rojava bikar bînin perwerde kirine.
Niha jî hebûna 20 hezar welatiyên Suriyeyî di nav hêzên Zêrevan ya ser bi PDK’ê de vê gumanên heyî piştrast dike.



