Tevgera Dostaniya Navbera Gelan a li dijî Nijadperestiyê MRAP ku pergala îşkenceya Îmraliyê xist rojeva rûniştinên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, bang li Komîteya li dijî Êşkenceyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku tavilê serdana Îmraliyê bike.
MRAP ji Tirkiyê xwest ku Biryar û pêşniyarên mekanîzmayên mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî bi lezgînî pêk bîne.
Rûniştinên Mafên Mirovan ên 57’emîn ên Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, ku li Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Cenevreyê 9’ê Îlonê destpê kirin û wê heta 9’ê Cotmehê dewam bikin, bi nîqaşkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li welatan dewam dikin.
Tevgera Dostaniya Navbera Gelan a li dijî Nijadperestiyê (MRAP) deklarasyoneke nivîskî pêşkêşî rûniştinan kir.
û bal kişand ser kiryarên bêhiqûqî yên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd û şert û mercên êşkenceyê yên ku Rêber Apo di nav de tê ragirtin.
MRAP: Êrîş li hemû nirxên Kurdan tê kirin
Di deklarasyonê de hate ragihandin ku dewleta Tirk destûra xwe ya bingehîn û hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî binpê dike.
Li dijî gelê Kurd li her qada jiyanê cihêkariyê û zextê dike û hate destnîşankirin ku ev kiryar bi rengekî yekser binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye.
MRAP: Îmrali bûye navenda bêhiqûqiyê
Di deklarasyonê de hate ragihandin ku Girtîgeha Girava Îmraliyê bûye navenda kiryarên bêhiqûqî yên li girtîgehan û hate gotin,
“Abdullah Ocalan ji 15’ê Sibata 1999’an û vir ve tecrîdkirî ye, li hucreyekê tê hiştin û hevdîtina parêzer û malbatê timî tê astengkirin. Her wiha gelek mehkûm tevî ku cezayên li wan hatine birîn qediyane jî nayên berdan. Cezayê girtîgehê û tecrîda demdirêj bi kêfî têne dirêjkirin ku ev yek weke êşkenceyê tê dîtin.”
MRAP: Ti ji peymanên navneteweyî bi cih nayên anîn
Di deklarasyonê de hate gotin, “Tirkiye tevî ku aliyekî gelek peymanên mafên mirovan ên navneteweyî ye, biryar û pêşniyarên DMME, Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) û mekanîzmayên mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî bi cih nîne” û ev bang li dewleta Tirk hate kirin:
“Peymanên ku mohra xwe daniye binî bi cih bîne. Biryar û pêşniyarên ku Saziyên Ewropayê yên bicihanîna peymanan dişopînin, bixe meriyetê. Biryar û pêşniyarên mekanîzmayên mafên mirovan ên Neteweyên Yekbûyî bi lezgînî pêk bîne.”
MRAP: Divê tavilê serdana Îmraliyê bê kirin
Di deklarasyonê de hate ragihandin ku Konseya Mafên Mirovan a Ewropayê li hemberî sûcên ku li dijî gelê Kurd têne kirin divê bi berpirsyarî rabe û herî dawî ev bang hate kirin:
“Komîseriya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û hemû yekîneyên taybet divê bi taybetî bala xwe bidin ser rewşa li Tirkiyeyê. Komîteya Jêrîn a Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê ji bo tavilê biçe serdana Îmraliyê, daxwazê bike.”
Profesorekî Zanîngeha Otonom a Barcelonayê tecrîda li ser Ocalan nirxand



