Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku koka Kurdîtiyê di civakîbûnê de ye, lewma herî zêde civaka Kurd divê li dijî jiyana kapîtalîst têbikoşe.
Bayik got, divê li ser bingeha Modernîteya Demokratîk em jiyanê jinûve ava bikin.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê li ser bandora modernîteya kapîtalîst li ser herêmê, bi taybetî jî Kurdistanê, rastiya civakîbûnê ya gelê Kurd û paradîgmaya Modernîteya Demokratîk a Rêber Apo ji kovara “Azadî Komelge” re ya ku li Başûrê Kurdistanê bi zaravayê Soranî yê Kurdî weşanê dike, gotarek nivîsî.
Gotara Cemîl Bayik bi vî rengî ye:
“Rojhilata Navîn, navenda şaristaniya dewletparêz a çînî ye.
Yekemîn şaristaniya navendî li cîhanê û hêza navendî li Rojhilata Navîn derketiye holê.
Ji ber vê yekê Rojhilata Navîn, şaristaniya hegemonîk a yekem e.
Di serdema me de modernîte û sîstema wê ya hegemonîk heye.”
Cemîl Bayik: DAIŞ’ê hemû hovîtî li ser navê oldariyê pêk anî
Cemîl Bayik diyar kir ku hêzên şaristaniyê ol ji cewhera wê dûrxistin e û wiha got:
“Li Rojhilata Navîn ewqas serdestî û îstîsmar li ser navê ol têne kirin. DAÎŞ’ê hemû hovîtî li ser navê oldariyê pêk anî. Li Iraqê her kes li ser bingeha Sunnî an Şîatiyê hewl dide ku bibe desthilatdar û bi vî awayî serdestiya civakê bike. Faşîzma AKP-MHP’ê bi bikaranîna Îslamê û her cure bêexlaqî û îstîsmarê qirkirina Kurdan pêş dixe.”
Cemîl Bayik: Dewleta Tirk pêşengî ji qirkirina Kurdan re kir
Cemîl Bayik diyar kir ku peşengtiya qirkirina kurdan dewleta Tirk kir û wiha anî ziman:
“Di nav çar dewletên kolonyalîst û dagirker ên ku li Kurdistanê hatine avakirin de, dewleta Tirk pêşengiya qirkirina Kurdan kir. Dewleta Tirk bêyî ku nermahiyeke piçûk jî nîşan bide, îro jî helwesta ya qirkirina Kurdan didomîne. Bi tu awayî hebûna Kurd qebûl nake.”
Cemîl Bayik: Rêber Apo ji bo mirovahiyê şêwazê jiyana alternatîfe
Bayik anî ziman ku civaka Kurd divê ji her civakekê zêdetir li dijî modernîteya kapîtalîst û zirarên wê têbikoşe û got:
“Divê were zanîn ku Rêber Apo modernîteya kapîtalîst xistiye ber analîzeke berfireh û eşkere kiriye ku jiyaneke alternatîf a li dijî jiyana modernîteya kapîtalîst divê çawa be. Rêber Apo ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû mirovahiyê jî şêwazê jiyaneke alternatîf pêşkêş kir.”
Cemîl Bayik: Li ser bingeha modernîteya demokratîk divê em jiyanê jinûve ava bikin
Cemîl Bayik anî ziman ku divê weke civaka kurd li dijî şêwaza jiyna kaptalîst têbikoşin û wiha bi dawî kir:
“Divê herî zêde em weke civaka Kurd, li dijî zîhniyet û şêwaza jiyana kapîtalîst têbikoşin û li dijî jiyana modernîteya kapîtalîst jiyaneke alternatîf pêş bixin. Rêber Apo ji bo vê teoriya Modernîteya Demokratîk pêş xist. Divê em herî zêde vê nîqaş bikin û li ser vê bingehê jiyanê ji nû ve ava bikin.”



