Şêniyên li Minbicê diyar kirin ku bêdengiya rêxistinên mafên mirovan dihêle ku dewleta Tirk pergala îşkence û qirkirinê ya li Îmraliyê bidomîne.
Her wiha şêniyan bang li hêzên navneteweyî kirin ku pêkanînên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rêber Apo rawestîne.
43’ê mehin agahî ji Rêber Apo nayê girtin.
Her ku diçe pergala Îmraliyê zêdetir giran diebe.
Şêniyên ji kantona Minbicê pergala îşkence û qirkirinê ku dewleta Tirk li ser Rêber Apo dimeşîne û bêdengiya rêxistinên navnetweyî ya li hemberî vê pergalê şermezar kirin.
Welatiyê bi nav Mihemed Îbrahîm bêdengiya rêxistinên hiqûqî û mirovî yên navneteweyî ya li hemberî pergala li Îmraliyê dimeşîne sûcekî herî mezine dibîne û got:
“Ev bêdengî dihêle ku dewleta Tirk pergala îşkence û qirkirinê li dijî Rêber Apo bidomîne.”
Walatiya bi nav Fatima El Mensûrî rêxistinên mirovî û hiqûqî yên wezîfeya xwe di doza Rêber Apo de bi cih naynin rexne kir û ev yek anî ziman:
“Çi dibe bila bibe wê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi jin û mêran têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bidomîne.”
Her wiha welatiyê bi navê Aqîl Osman da zanîn ku pergala îşkenceyê ne rewa ye û got:
“Em bang li hêzên navneteweyî dikin ku pêkanînên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rêber Apo rawestîne.”
Welatiya bi navê Îlham Serdar girîngiya têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo anî ziman.
Bang li tevahî gelên cîhanê kir ku li hemberî desthilatdaran serî hilidin û ji bo azadî û demokrasiyê roleke çalak pêk bînin.
Xelkê Tebqayê pergala îşkence û qirkirinê li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir



