Endama Parlementoya Eyaleta Hessen Martin a Feldmayer diyar kir ku Tirkiyê zilmê li Kurdan dike û got:
“Nahêlin bi Kurdî biaxivin û zarokên wan fêrî zimanê xwe bibin.
Divê Tirkiye dawî li zilma ser Kurdan bîne.”
Dewleta Tirk a dagirker li aliyekî bi hevkariya malbata Barzanî êrîşên dagirkirin û îlhaqkirinê li dijî Başûrê Kurdistanê didomîne û li aliyê din jî zext û zordariyê li ser çand û zimanê Kurdî dimeşîne.
Dewleta Tirk di van demên dawî de bi ser saziyên Kurdî de girt û dildarên Kurdî binçav kirin.
Gelê Kurd li dijî qirkirina ziman û çandê di nava çalakiyan de ne.
Bi taybetî jî Kurdên li Ewropayê ji bo zindîkirina çand û zimanê Kurdî mihrîcanan li dar dixin.
Ji van yek jê endama Keskan a Parlamentoya Eyaleta Hessenê Martina Feldmayer e.
Martina Feldmayer a ku beşdarî 32’emîn Mihrîcana Çanda Kurd a Frankfurtê bû, li ser zext û asîmîlasyona dewleta Tirk a dagirker yên li ser zimanê Kurdî ji ANF’ê re axivî.
“Çand û muzîka Kurdan pir xweş e”
Parlamenter Martina Feldmayer derbarê coş û kelecana mihrîcanê de wiha axivî:
“Çand û muzîka Kurdan pir xweş e, govend jî xweş e û xwarinên Kurdan jî pir xweş e.
Her tişt li vir pir aram e. Ji ber mihrîcaneke wisa xweş li Frankfurtê tê lidarxistin, ez kêfxweş im.”
“Li Tirkiyê zilm li Kurdan tê kirin”
Martina Feldmayer, li ser polîtîkayên asîmîlasyon û zextên li ser zimanê Kurdî jî axivî û ev tişt got:
“Di nûçeyan de tişta ku her tim bala min dikişîne ew e ku dibêjin nahêlin Kurd bi zimanê xwe biaxivin.
Li Tirkiyê zilm li wan tê kirin, nahêlin bi Kurdî biaxivin û zarokên wan fêrî zimanê xwe bibin.
Destûr nayê dayîn ku çanda xwe bijîn. Tiştekî wisa nabe.
Ji ber tu mirov ji yên din ne mezintir e. Hemû gel xwediyê heman mafan e û ev mafên mirovan ên gerdûnî ne.
Lewma em demokrat ji dewleta Tirk re dibêjin ku dev ji zilma li ser Kurdan berdin, bila gelê Kurd bi zimanê xwe biaxivin û çanda xwe bijîn.”



