Însiyatîfa Navneteweyî ya Edaletê ji bo Nagîhan Akarsel bang kir.
Însiyatîfê, diyar kir ku tevî gelek delîl hene ku Nagîhan Akarsel bi rexistinakirina rayedarên dewleta Tirk hatiye qetilkirin jî kujerên rastî nayê darizandin.
Însiyatîfê anî ziman ku divê Sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê -di nav wan de qirkirin û kuştina jinan- ji aliyê Erdogan û desthilatdariya AKP-MHP’ê ve li gorî hiqûqa navneteweyî bên darizandin.
Însiyatîfa Navneteweyî ‘Ji Nagîhan Akarsel re Edalet’, der barê doza rojnamevan, akademîsyen û çalakvana mafên jinan Nagîhan Akarsel, daxuyaniyek da.
Însiyatîfê, da xuyakirin ku tevî ku delîlên berbiçav hene ku Nagîhan Akarsel ji hêla rayedarên dewleta Tirk ve hatiye kuştin, tenê Îsmaîl Rasîm Rifat Peker hatiye cezakirin.
Însiyatîfê destnîşan kir ku, li dijî teşwîqkar an jî hevkarên din yên kuştinê hê ti gaveke hiqûqî nehatiye avêtin.
Însiyatîfê destnîşan kir ku “Heta ku dewleta Tirk ji ber cînayetên ku kiriye neyê darizandin, lêgerîna me ya edaletê wê bidome”
“Divê pêşî li kuştina jinên siyasetmedar were girtin”
Daxuyaniya Înîsiyatîfa Navneteweyî ‘Ji Nagîhan Akarsel re Edalet’ bi vî rengî ye:
“Înîsiyatîfa ‘Ji Nagîhan Akarsel re Edalet’ beriya salekê hat avakirin.
Sala borî zêdetirî 150 rêxistinên jinan ji hemû parzemînan û pîşeyên cuda nameyek vekirî ji NY’ê, Konseya Ewropa û Hikûmeta Iraqê re nivîsandin,
Di nameyê de daxwaza zelalkirina piştperdeya vê kuştina siyasî û dadgehkirina berpirsan kirin.
Her wiha bang hat kirin kû pêşî li kuştinên siyasî a jinan bê girtin.”
“Divê berirsên kuştina Nagîhan Akarsel werin dadgehkirin”
Di vê wateyê de em daxwazên xwe yên ji bo parastina jiyan û mafên parêzvanên mafên jinên Kurd û rojnamevanan dubare dikin:
- Dadgehkirin û mehkûmkirina tawanbarên ku di kuştina Nagîhan Akarsel û hemû berpirsên kuştinên din ên bê dadwer û her wiha kesên tevlî van suîqastan bûne.
- Girtina qada esmanî ya Iraq û Sûriyê ji bo Hêzên Esmanî yên Tirkiyê, di nav de balafirên bêmirov ên çekdar û bêçek (balafirên bêmirov).
- Bang li Tirkiyê hat kirin ku dawî li êrîş, polîtîkayên dagirkeriyê, şer û kuştinên sîstematîk ên li dijî gel û parêzvanên mafên jinan ên li her herêmeke Kurdistanê, bi taybet li xaka Iraqê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bîne.
- Sûcên şer û sûcên li dijî mirovahiyê -di nav wan de qirkirin û kuştina jinan- ji aliyê Erdogan û desthilatdariya AKP-MHP’ê ve li gorî hiqûqa navneteweyî bên darizandin.”
Silêmanî..Di encana êrişê de berpirsa kovara Jinelojiiyê şehîd bû



