Hêzên Rizgariya Efrînê bi naduyaniyekê nasnameya şehîdekî eşkere kir.
HRE’yê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got:
“Em weke Hêzên Rizgariya Efrînê soza xwe nû dikin ku em ê xeyal û armancê hevalên xwe yê şehîd pêk bînîn.
Ala ku hevrê Diyar Xerîb dewrî me kir, em ê bihêlin ku her li ba be.
Hêzên Rizgariya Efrînê bi naduyaniyekê nasnameya şehîdekî eşkere kir.
HRE’ê li ser têkoşîn û kesayeta şehîd diyar Xerib ev nirxandin kir.
“Rêhevalê me Diyar Xerîb ku ewladekî hêja ê ji Başûrê Kurdistanê bû, di gelek qadên şer ên li Kurdistanê de têkoşîn kir.
Herî dawî berê xwe da Rojava û li hember dijminê gel û şoreşa me sekna şoreşgerî raber kir.
Hevrêyê me Diyar Xerîb, li bajarê Zaxo ê Başûrê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz û girêdayî nirxên Kurdayetiyê de ji dayîk dibe.
Li hember êrîşên hovane ê çeteyên DAIŞ’ê jî çawa bi rihê netewî gel herikîn qadan û bi zarokên xwe ve mil bi mil parastinê xurt kirin.
Hevrê Diyar Xerîb jî yek ji wan ciwanan bû ku sekin û temaşekirin di dil û mejiyê xwe de ji xwe re hezm nekir, kete nava lêgerîna azadiyê.
Li ser van hestan soz da ku ew jî berê xwe bide nava refên şoreşê.
HRE: Hevrê diyar xerîb di her qadê de bi erk û berpirsyartiya xwe rabû
Di kêliyên herî zor û zehmet de li Başûrê Kurdistanê bi erk û wezîfeya xwe ya demê rabû.
Piştî demekî şûnda vê carê jî berê xwe da qadên Rojavayê Kurdistanê.
Bi van ezmûn û danehevên xwe yê şer di sala 2019’an de hem cihê xwe di pêngava rizgarkirina Bahozê û her wiha dîsa di şerê Berxwedana Rûmetê ê Serêkaniyê de bi awayekî fedaî li refên herî pêş da girt.
Herî dawî jî li ser van esasan berê xwe da herêma Efrînê di nava Hêzên Rizgariya Efrînê de dest bi şerê rizgariyê kir.
Bi awayekî fedaî tevlî pêngavên rizgarî û çalakiyên ku tê kirin bû, hevrê yê em bû fermandar û pêşengtî ji şer û jiyanê ra kir.
HRE’yê herî dawî got: “Em weke Hêzên Rizgariya Efrînê soza xwe nû dikin ku em ê xeyal û armancê hevalên xwe yê şehîd pêk bînîn.
Ala ku hevrê Diyar Xerîb dewrî me kir, em ê bihêlin ku her li ba be.
Li ser van esasan di serî da em sersaxiyê ji malbata hevrêyê xwe Diyar Xerîb û tevahî gelê xwe yê welatparêz ê Kurdistanê ra dixwazin.
Agahiyên derbarê nasnameya şehîd de wiha ye:
Nasnav: Diyar Xerîb
Nav û Paşnav: Karwan Hacî
Navê Dayikê: Buhar
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 22’yê Îlona 2024



