Parêzer û çalakvanên Helebceyê diyar kirin ku hizbek Başûrê Kurdistanê dest daye dagirkeran û axa Kurdistanê firotiye wan û gotin:
“Divê rêxistinên navdewletî, hikûmeta Başûr û Iraqê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bisekinin.
Her wiha jinên Mexûrê jî anîn ziman ku derûniya zarokên wan ji ber balefirên dewleta Tirk a dagirker xirabûye.
Ji 15’ê Hezîrana îsal ve bi sedan tank û wesayîtên zirxî li gel bi hezaran leşkerên dagirker ên Tirk li navçeyên sînorê parêzgeha Dihok û Hewlêrê hatine bi cihkirin.
Heta niha ji sedan 75’ê xaka parêzgeha Dihok hatiye dagirkirin û 9 gund jî bi darê zorê hatiye valekirin.
Parêzer û çalakvanên Helebceyê li hember dagirkeriya li ser Başûrê Kurdistanê û hevkariya bi dagirkeriyê re tê kirin nerazîbûn nîşandan.
Rojnamevan Ebas Mihemed diyar kir ku divê hemû rêxistin û welatên cîhanê bi taybet Iraq û Başûrê Kurdistanê vê dagirkeriyê qebûl nekin û got:
“Em bang li hikûmeta Başûr û Bexdayê dikin ku sînorek ji êrîşên dagirkeriyê re deynin.”
“Hizbek dest daye dagirkeran û xaka Kurdistanê firotiye wan”
Parêzer Elî Ebdula jî anî ziman ku hizbek heye ku destê xwe dane dagirkeran û axa Kurdistanê firotiye wan û got:
“Desthilatek ku bi gelê xwe re ne dilsoz be, ne hêja ye ku ti daxwazan bike.”
Jinên Mexmûrê: Ji ber êrişan derûniya zarokên me xirab bûye
Jinên Mexûrê jî derbarê heman mijarê de axivîn.
Hezar Nerexî diyar kir ku zarokên wan nikarin wek zarokên cîhanê ji bo pêşerojê cûda bifikirin û got:
”Dema zarokên me dilehîzin jî, mejiyê wan li ser êrişane.
Derûniya zarokên me xirab bûye.
Em weke wargeh bang li hemû gelên aştîxwaz û bindest dikin ku li beranberî van êrişên hovane bisekinin.”
“Êrişên ku li ser wargehê çêbûne, ji êrişên salên 94’ê ne dûrin”
Hezar Nerexî anî ziman ku di van 5 salên dawî de êrişên ku li ser wargehê çêbûne, ji êrişên salên 94’ê ne dûrin.
Evîn Ehmed jî anî ziman armanc ji êrîşan belavkirina wargehê ye.
Tevî gef û tundiyê jî cerdevan bi biryar in ku beşdarî operasyonê nebin



