Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Lubnanê Ebduselam Ehmed da zanîn ku hejmara welatiyên herêmê yên dixwazin ji Lubnanê vegerin Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibe.
Di heman demê de eşkere kir kir ku ew wesayîtên veguhastinê ji wan re peyda dikin.
Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihandibû ku ew amade ye, Sûriyên ji Lubnanê vedigerin li herêmên xwe pêşwazî bike.
Nûnerê wê yê li Lubnanê Ebduselam Ehmed der barê tedbîrên ku nûnertiyê li Lubnanê girtine de ji ANHA re wiha got:
“Em navên wan qeyd dikin. Wesîleyên veguhastinê wan ber bi sînorê ve dibin peyda dikin.
Heta niha tu datayên fermî û zelal têkildarî hejmara penaberên sûrî yên li Lubnanê nîn e.
Lê hin dibêjin nêzî 2 milyon penaber in.”
Ehmed destnîşan kir ku datayeke fermî têkildarî hejmara welatiyên herêmê yên li Lubnanê dimînin jî li ber destê wan nîn e û got:
“Agahiyên li ber destê me vedigerin serjimariya ku sala 2019’an çêbûye û li gorî wê hejmara penaberan tenê 30 hezar e.”



