Berdevkê Pentagonê Patrick Ryder ragihand ku ewê li Rojhilata Navîn kapasîteya xwe ya leşkerî û esîmanî zêde bikin.
Li Rojhilata Navîn roj bi roj alozî berfirehtir dibin, li rexek Îsraîl êrişî Xeze û Lubnanê dike, li aliyekî din jî amadekariyên berfirehkirina şer tên kirin.
Berdevkê Pentagonê Patrick Ryder da zanîn ku Emerîka wê rê nede Îran, hevkar û wekîlên wê ku ji rewşê sud wergirin û şer berfirehtir bikin.
Ryder diyar kir ku wê Emerîka ji bo parastina gelê xwe hemû tedbîrên pêwîst bigire û got:
“Emê di rojên pêş de hêza xwe ya ji bo piştgiriya esîmanî û parastinê xurtir bikin.”
Hêjayî gotinê ye di 27’ê Îlonê de Sekreterê Hizbulahê Hesen Nasralah li paytexta Lubnan Beyrût hatibû kuştin.



