Kantona Dêra Zorê, bûbû armanca gelek çete û terorîstan ku dixwazin wê dagir bikin û aramiya wê têk bibin, ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve tê ewlekirin.
Endamê Rêveberiya Giştî ya Hêzên Asayîşê a Dêra Zorê Loehî El Setem derbarê rewşa ewlekariyê û karên xwe yên li Dêra Zorê de axivî û got:
“Weke zarokên Dêra Zorê em ê herêma xwe ji êrîşan hemûyan biparêzin.”
Endamê Rêveberiya Giştî ya Hêzên Asayîşê a Dêra Zorê Loehî El Stem, qala rewşa ewlekariyê û karên xwe yên li Dêra Zorê kir.
Loehî El Setem: Em li hemberî êriş û karên qirêj di nava xebatan de ne
Loehî El Setem anî ziman ku piştî Dêra Zorê hat rizgarkirin bi damezrandina Meclîsa Gel û Meclîsa Leşkerî re pêvajoya avakirinê destpê kir û got:
“Bêguman di vê pêvajoyê de me zor û zehmetî jî dît.
Piştî ku metirsiya DAÎŞ’ê bi rengekî cografîk bi dawî bû hin astengiyan jî rû dan.
Ya sereke jî şaneyên veşartî yên li herêmê bûn.
Li hemberî karên qirêj ên van şaneyan em hişyar û di nava liv û tevgerê de bûn.
Gel û eşîrên herêmê ji bo avakirina aramiyê piştgirî didan me.”
Loehî El Setem: Bi êrişan re şaneyên DAIŞ’ê derfet dibînin ku xwe rêxistin bikin
Loehî El Setem diyar kir ku ne tenê DAÎŞ her wiha hikumeta Şamê û çeteyên Dîfaa El Wetenî jî li Dêra Zorê ji bo têkbirina ewlehiyê ketine nava liv û tevgerê û wiha domand:
“Bi van êrîşan re şaneyên veşartî yên li herêmê derfet didîtin ku bi hêsanî û xwe bi rêxistin bikin.”
Loehî El Setem: Piraniya êrişan di bin kontrola Rêveberiya Şamê de hatin kirin
Loehî El Setemm da zanîn ku li hemberî komên terorê yên êrîşî herêmê dikin ew timî hişyar in û got:
“Nêzî saleke me dest bi operasyona xurtkirina ewlehî û aramiya li Dêra Zorê kirine.
Piraniya hewldanên êrişan, ji herêmên di bin kontrola rêveberiya Şamê de hatin kirin.
Armanca wan tirsandina gelê li herêmê û xerakirina aramiyê ye.”
Loehî El Setem: Weke zarokên Dêrazorê em ê herêma xwe ji hemû êrîşan biparêzin
Loehî El Setem di dawiyê de wiha got:
“Weke zarokên Dêra Zorê em ê herêma xwe ji hemû êrîşan biparêzin.
Yekane hêza ku ji bo civakê dixebite Rêveberiya Xweser û saziyên wê ne.
Em bang li her kesî dikin ku li dora Rêveberiya Xweser bicivin û Dêra Zorê aram û ewle bikin.”



