Tevgera Hemasê ragihand ku berpirsê wê yê li Lubnanê tevî endamên malbata xwe di êrişa Îsraîlê ya li başûrê Lubnanê de hatine kuştin.
Tevgera Hemasê bi daxuyaniyekê ragihand ku artêşa Îsraîlê li kampa Bes a penaberên Filistînê ya li başûrê Lubnanê mala berpirsê tevgerê yê li Lubnanê Fetih Şerîf Ebû El Emîn bombebaran kir.
Hemasê diyar kir ku di encama bombebaranê de Fetih Şerîf Ebû El Emîn, tevî hevjîna xwe û û keç û kurê xwe hatine kuştin.
Artêşa Îsraîlê barbanga vê sibehê bi balafireke bê mirov a bi çek avahiyek li Beyrûtê bombebaran kir.
Ji destpêka şerê Îsraîl û Hemasê ev êriş a yekemîn e ku li navenda Beyrûtê tê kirin.
Li gorî çavkaniyên ewlehiyê di encama bombebaranê de 4 kes hatin kuştin.
Li gorî heman çavkanî, Îsraîlê li herêma Kola avahiya du endamên Koma Muqawema Îslamiya ya Lubnanê kir armanc.
Eniya Gel a Rizgariya Filistînê ragihand ku di êrişa Îsraîlê ya li Beyûtê de 3 endamên wê hatin kuştin.



