Lubnan bi teqîna cihazên pêwendiyê hejiya.
Hemû gumanên teqînê li ser Îsraîlê kom dibin.
Rayedaran ragihandin ku herî kêm 9 kes mirine û nêzî 3 hezar kes birîndar bûne.
Dibe ku hejmariyan zêdetir jî bibe.
Amerîka jî derbarê teqînê de daxuyanî da û got: “Tu pêwendiya Amerîkayê bi vê bûyerê re nîne.”
Lubnanê teqîna cihazên pêwendiyê pêk hat.
Di van teqînan de herî kêm 9 kes mirin û nêzî 3 hezar kes jî birîndar bûn.
Hat ragihandin ku di teqînê de çekdarên Hizbullahê, erkdarên tenduristiyê û Balyozê Îranê yê Beyrûtê jî di nav de birîndar bûne.
Ev cihazan bi taybetî çekdarên Hizbullahê li seranserî Lubnanê tê bikaranîn.
Herî kêm 9 kes mirin û nêzî 3 hezar kes jî birîndar bûn
Rayedarên Lubnanê û Hizbullahê di teqînê de hêzên Îsraîlê berpirsyar dibînin.
Her wiha di bûyerê de ku guman tê kirin êrîşeke bi kordîne be.
Di nûçeya rojnameya Haaretzê de hat gotin ku hikûmeta Îsraîlê piştî teqînên li Libnanê daxwaza “civîneke lezgîn” kiriye.
Di nav birîndaran de balyozê Îranê yê Beyrûtê jî heye
Di daxuyaniya Hizbullahê de hat diyarkirin ku 2 ji kesên ku mirine çekdarên Hizbullahê ne û qurbaniyeke din jî keçek e.
Malbata keça 10 salî ku hat gotin keça endamekî Hizbullahê ye mirina wê piştrast kirin.
Çavkaniyên ewlehiyê diyar kirin ku yek ji kuştiyên Hizbullahê kurê parlamenterê parlamentoya Libnanê bû.
Her wiha Hizbullahê diyar kir ku derbarê sedema teqînê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Hizbullah: Îsraîlê berpirsyar e û wê bê cezakirin
Di daxuyaniya ku di saetên êvarê de ji aliyê Hizbullaha Lubnanê ve hat dayîn de hat gotin:
“Em dijminê xwe Îsraîl ji vê êrîşa qirker bi temamî berpirsyar dibînin” û Îsraîl jî “wê teqez wekî ku heq dike bê cezakirin.”
Ji aliyê din ve li gor nûçeya ajansa Reutersê ku ser bi berpirsên payebilind ên Hizbullahê ve ye, lîderê Hizbullahê Hesen Nasrallah bi ti awayî ji teqînan bandor nebûye.
Amerîka têkîliya xwe derbarê teqînê de derewand
Li aliyê din rayedarên leşkerî yên Amerîkî diyar kirin ku tu têkiliya Amerîkayê bi vê bûyerê nîne.
Sekreterê Çapemeniya Hêza Hewayî ya Pentagonê Pat Ryder roja Sêşemê di daxuyaniyeke çapemeniyê de got:
“Ti hûrgiliyên ku ez bikaribim derbarê raporên teqîna cihazê de pêşkêş bikim tune.
Li gor agahiyên min ez dikarim bibêjim ku ti pêwendiya Amerîkayê bi vê bûyerê re nîne.”
Neteweyên Yekbûyî ji geşedanan bi fikar e
Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric jî diyar kir ku ew ji ber teqînên ku tê gumankirin êrîşeke koordînekirî be gelekî bi fikar in.
Dujarric xemginiya xwe ya ji ber ku sivîlan di teqînan de mirin, anî ziman ku rewşa niha gelekî ne diyar e û ew ji ber zêdebûna nakokiyên di navbera Îsraîl û Hizbullahê de metîrsîdar in.



