Yekîneyên Parastina Jin YPJ li eniyên berxwedanê yên Minbicê çalakiyek li darxistin.
Di encama çalakiyê de 3 dagirker hatin kuştin.
YPJ’ê li ser çalakiyê ev agahî parve kir:
“Di roja 10 Îlonê baregeha artêşa Tirk a dagirker ya gundê Yaşli ku dikeve bakur rojavayê Minbicê, bû hedefa şervanên YPJ’ê.
Ev baregeh bi awayek rojane gundewarên Minbicê topbaran dike û jiyana gelê me dixe metirsiyê.
Her wiha dewleta Tirk a dagirker ji vê baregehê bi awayek rojane hewl dide berê çeteyên xwe bide herêmê da ku dagirkeriya xwe firehtir bike.
Şervanên me yên YPJ’ê li hember vê baregehê çalakî lidarxistin û di encama çalakiyê de radara baregeha Yaşli hate îmha kirin.
YPJ: 3 leşker hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn
Di encama çalakiyê de 3 leşkerên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, 4 ji wan jî birîndar bûn.
Ev çalakî ji bo bîranîna fermandara Minbicê şehîd Şervîn Şerdar hate lidarxistin.
Weke Yekîneyên Parastina Jin YPJ li hemberî her awayî êrîşan ku gelê me û jinan dike hedef, wê çalakiyên me yên bersivdayînê bidomin.



