Teqîna cîhazan ku li Lubnanê pêk hat, ji hêla Rûsyayê ve rastî bertekê hat.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova têkîldarî teqînê diyar kir ku ev bûyer şerekî hevbendî li dijî Lubnanê ye.
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov hişyarî da ku ev teqîn dikarin şerekî mezin ê herêmî derxînin holê û destnîşan kir ku divê kujer bên eşkerekirin.
Teqîna cîhazan ku li Lubnanê pêk hat, ji hêla Rûsyayê ve rastî bertekê hat.
Wezareta Derve ya Rûsyayê derbarê teqîna hevdem a Lubnanê de daxuyaniyek da.
Wezaretê di daxuyaniya xwe ya derbarê teqînê de, diyar kir ku ev bûyer şerekî hevbendî li dijî Lubnanê ye.
Piştî teqînên duh, Lubnan û Hizbullahê Îsraîl berpirsê êrîşê dîtin, lê ji Tel Avîvê ti daxuyanî derbarê mijarê de nehat.
Çavdêriya Mafên Mirovan a SÛriyê (SOHR) îdia kir ku li Sûrîyê jî teqînên bi heman rengî qewimîne û 14 kes birîndar bûne.
Jêderekî ewlekarî û çavkaniyeke din ku ji Reutersê re axivîn, ragihandin ku ajansa îstixbarata derve ya Îsraîlê Mossad beriya mehekê di nava 5 hezar alavên teqîner de bi cih kirine.
Zaharova: Wisa dixuye ku ji bo domandina şer bi mebest hatiye kirin
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaharova têkîldarî teqînê wiha got:
“Em vê bûyerê weke çalakiyeke din a şerê li dijî Lubnanê ya ku zerar daye bi hezaran mirovên bêguneh dinirxînin.
Organîzatorên vê êrîşa bi teknolojiya bilind hewl didin şerekî mezin li Rojhilata Navîn derbixin.
Wisa dixuye ku ji bo domandina şer bi mebest hatiye kirin.”
Kremlin: Dibe ku ew ê bibe sedema şerekê hîn mezintir
Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov jî îro di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniyê de teqînên li Lubnanê nirxand.
Peskov hişyarî da ku ev teqîn dikarin şerekî mezin ê herêmî derxînin holê û destnîşan kir ku divê kujer bên eşkerekirin.
Peskov got:
“Divê sedem û şertên bûyerê û yên li pişt wê bên diyarkirin.”



