Yekîniyên Parestina Jin YPJ’ê, bi daxuyaniyekê nasnameya 3’ê şervanên ku di dem û cihên cuda de şehîd bûne eşkere kir.
Yekîniyên Parestina Jin (YPJ) bi daxuyaniyekê nasnameya 3 şehîdan eşkere kir.
YPJ’ê diyar kir ku hevrêyên wan Berwar, Arjîn û Şîmal, demên cuda di pêngavên rizgar kirinê de şehîd bûne.
YPJ’ê têkîldarî kesayeta şehîdan ev tişt got:
“Hevrê Berwar 2011’an tevlî şoreşê bû û di eniyên cengê yên Rojavayê Kurdistanê de cihê xwe girt.
Hevrê Berwar bi rihekî fedakar û kelecaneke mezin ji bo pêkanîna jiyana azad tekoşîn kir.
Hevrê Arjîn Mêrdîn jî sala 2014’an, ji Bakûrê Kurdistanê bi rihê berpirsyartiya netewî berê xwe de nava refên YPJ’ê.
Bi rihê ciwantiyê di her keliyê de, têkoşiya heta gihişt şehadetê.
Hevrêya me Şîmal Zîlan jî, ji navçeya Başkalê ya Wanê berê xwe da nav refên me.
Di eniyên cengê de li hemberî çeteyên DAIŞ’ê şer kir.
Li hemberî tarîtiya serdemê bû yek ji şervanên ronahiyê ku temsîla wekhevî û azadiyê dike.
YPJ’ê dawiya daxuyaniyê ji malbatên hêja yên şehîdan re sersaxî xwast û got:
“Weke Yekîneyên Parastina Jin YPJ’ê, tekoşîna ku hevalên me dane meşandin ji bo xwe weke mîrateyeke qedir-bilind dibînin. ”
Ji bo wê emê riya şehîdên xwe bi serkeftinê tacîdar bikin.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Arjîn Mêrdîn
Nav û Paşnav: Surgun Taş
Navê dayîk: Fatma
Navê bav: Cafer
Cih û Dîroka Şehadetê: Dêrik / 11-01-2015

Nasnav: Berwar Dilxwaz
Nav û Paşnav: Helîme Yaşar
Navê dayîk: Narinc
Navê bav: Recep
Cih û Dîroka Şehadetê: Til Koçer / 02-01-2014

Nasnav: Şîmal Zîlan
Nav û Paşnav: Sevgî Bahar Yildiz
Navê dayîk: Feleknaz
Navê bav: Abdilbaqî
Cih û Dîroka Şehadetê: Hol / 03-03-2016



