Şêniyên Herêmê komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo şermezar kir û ji bo parastina şoreşê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo teqezî bi domandina têkoşîn û berxwedanê kirin.
Li bajarê Qamişlo, Til Koçer, Tirbespiyê û Celal Axa ji bo şermezarkirina Komploya navneteweyî civîn hatin lidarxistin.
Civîn bi amadebûna xelkên bajaran, endamên sazî û partiyên siyasî pêk hat.
Têkildarî Komplo û rêbazên pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo axaftin hatin kirin.
Kesên axivîn pêvajoya destpêkirina komploya navneteweyî û derketina Rêber APO ji Sûriyê nirxandin.
Hat diyarkirin ku Rêber Apo hem pirsgirêka Kurdan, krîzên Rojhilata Navîn bi çareseriyên siyasî û aştiyane tecrîh dikirin.
Lê tercîhên aştiyane û çareseriyên siyasî nakevin xizmetî dewletên kapîtalîst û netewe-perest ji ber wê ev komplo pêk anîn.
Her wiha dan zanîn ku komploya li dijî Rêber Apo komploya li dijî çareseriya dozên gelên Rojhilata Navîn e.
Ji lew re dive gel hevgirtî be, da ku şoreşê biparêze û azadiya wî ya fîzîkî misoger bike.
Xelkê Tebqayê pergala îşkence û qirkirinê li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir



