Endamên Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê derbarê girîngî û armancên jineolojiyê de axivîn û gotin:
“Yek ji armancên sereke yên jineolojiyê têkoşîna dijî hemû cûreyên zayendperestiyê ye.”
Endama Akademiya Jineolojî Evîn Ehmed jî ku beşdarî 2’yemîn Konferansa Akademiya Jineolojiyê bû li ser kar û xebatên Jineolojiyê axivî û got:
“Armanca yekem a Jineolojiyê zanista jinê belavkirin û guhertina hişmendiya mêr e.”
Endamên Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê ya kantonên Tebqayê, Efrîn û Şehbayê behsa xebatên jineolojiyê yên di çarçoveya guhartina hişmendiya baviksalariyê û belavkirina fikra demokratîk a azad de, axivîn.
Rêvebera Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê Hemîde Xidro diyar kir ku zanista jineolojî ya ku Rêber Apo saz kiriye li hemberî hemû cûreyên zayendperestî ye û îdeolojiya rizgarkirina jinan belav dike.
Hemîde Xidro destnîşan kir ku Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê lêkolînên kûr ên zanistî li ser bingeha pirsgirêkên civakî pêk tîne û got:
“Navend perwerdeyên girtî û vekirî ji zilam û jinan re vedike.
Armanc ji perwerdeyan ew e ku têkoşîna dijî hemû cûreyên zayendperestiyê were kirin.”
Mariya Mûsa: Jineolojî li dijî pergaleke baviksalarî têdikoşe
Berdevka Navenda Lêkolînan a Jineolojiyê ya kantona Tebqayê Mariya Mûsa jî diyar kir ku jineolojî li dijî pergaleke baviksalarî tê dikoşe û got:
“Hin astengiyên wek girêdana bi hişmendiya kevin ve û bawernekirin hene.
Li kêlek wê jî hin rêxistin derdikevin ku jinan biçûk dikin.”
Mariya Mûsa da zanîn ku ev astengî bi rêya nîqaşên berfireh, perwerde, panel û konferansên li ser zanista jineolojî tên derbaskirin.
“Armanca Jineolojiyê belavkirina zanista jinê ye”
Her wiha endama Akademiya Jineolojî Evîn Ehmed ku beşdarî 2’yemîn Konferansa Akademiya Jineolojiyê bû li ser kar û xebatên Jineolojiyê axivî
Evîn Ehmed armanca Jineolojiyê anî ser ziman û got ku Jinêolojî dixwaze dîrokê ji nûve bigre dest, şîrove bike û wejînek nû çêbike.
Evîn Ehmed tekez kir ku Jineolojî li ser kesayet jî disekine her wiha wek akademî kadroyên xwe jî ava dikin û got:
”Em dixwazin dîrokê baş pênase bikin. Ji bo me tişta herî girîng çareserî ye.
Ger em dîrokê baş pênase bikin dikarin çareseriya rast jî derxînin holê, ne tenê pirskirêka jin dikarin pirskirêka mêr û civak jî pênase bikin.”
Konferansa duyemîn a Akademiya Jineolojiyê li Hesekê hat lidarxistin



