Akademiya Jineolojiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 25-26’ê Îlonê de li eywana Serdem a li bajarê Hesekê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist. Di konferansas ku 300 delege beşdar bûbûn de, li ser rêbaz û sparteyên zanista jinan nîqaş hatin kirin.
Konferans di roja xwe ya duyemîn de bi diyarkirina encamnameyekê bi dawî bû.
Konferansa duyemîn a Akademiya Jineolojiyê di bin bi dirûşma “Zanatiya jinan, bi jineolojiyê nûjen dibe” di 25-26’ê Îlonê de li eywana Serdem a li bajarê Hesekê hat lidarxistin.
300 delege beşdarî konferansê bibûn.
Di konferansa ku di formata zanistê de bû, li ser asta jineolojiyê, rêbazên ji bo zanîn û zanistbûnê yên zanista jinan hat rawestîn û hedef ew bû ku nêrîna estetîk a jinan a dîrokî û civakî were nîşandan.
Hevseroka Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Leyla Qehreman, bi bîranîna jinên pêşeng axaftina vekirinê kir.
Piştî axaftina vekirinê sernvizyonek li ser perspektîfên rêber Apo yên têkildarî jineolojî û azadiya jinan hat temaşekirin.
Peyamên Koordînasyona KJK’ê Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê (PAJK) û yên ji aliyê gelek rêxistinên jinan ve hatibûn şandin hatin xwendin.
Di konferansa Jineolojiyê de 5 mijarên girîng hatin niqaşkirin
Di roja yekem ya konferansê de mijarên “Di rûniştina pergala akademiyê de peywirên entelektuel” û “Rêbaza Jineolojiyê (metodolojî)”hatin niqaşkririn.
Roja yekem a konferansê bi gotina stranan bi dawî bû.
Di rûniştinên roja Duyemîn jî “Armanc û rêbazên perwerdeyên Jineolojiyê”, ‘Di avakirina şoreşa jinan de rola Jineolojiyê” û “Asta gerdûnîbûn û belavbûna li Rojhilata Navîn a Jineolojiyê” hatin niqşkirin.
Piştî niqaşên berfireh, li sînevîzyonek ku behsa qad û xebatên Jineolojiyê dikir hat temaşekirin.
Di sînevîzyonê de xebatên ji Rojava heta Bakur, ji Rojhilat heta Başur, Mexmûr, Şengal, Ewropa, Emerîkaya Başûr, Rojhilata Navîn û Jinwar, Ramana Jin, Şîfa Jin, pirtûkên ku Weşanxaneya Jingeh weşandine, Kovara Jineolojiyê hebûn.
Piştî sînevîzyonê pêşniyar û nirxandinên beşdaran hatin nirxandin û encamname hat amadekirin.
Konferansa ku du roj bi coş dewam kir, bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ bi dawî bû.



