Komîteya Wezîran,biryara binpêkirinê ya ku DMME’ê der barê Rêber Apo de dabû 10 sal şunde xist rojeva xwe û der barê de biryara navberê da û got:
“Mafê hêviyê yê hezaran tê nîqaşkirin.”
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê adara 2014’an de cezayê muebbeda giran bêyî mafê berdana bi şert li Rêber Apo hatiye birîn, ji ber “Mafê hêviyê” weke binpêkirina Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) qebûl kir.
DMME’yê jî Tirkiyê xwest ku qanûnên xwe sererast bike.
Di ser biryarê re 10 sal derbas bûn lê Tirkiyê hêj jî tu gav neavêtiye.
Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê Raziye Ozturk der barê mijarê de axivî.
“CPT hîn rapor eşkere nekiriye”
Raziye Ozturk diyar kir ku ji 25’ê Adara 2021’ê heta niha ji Rêber Apo û miwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê agahiyê nagirin û got:
“Ji ber sazî û dezgeyên peywirdar berpirsyariya xwe naynin cih tecrîd îro didome.
CPT hîna rapor aşkera nekiriye.
Lê komîteya wezîran di vê mijarê de bi lez tevnegeriya. Ji ber vê jî tecrîd didome.
“10 sal şûnde xistina rojevê helwestê nîşan dide”
Raziye da zanîn ku peywira komîteya wezîran ev e ku biryarên DMME’yê dane hatine cih an nehatine cih bê kontrolkirin û wiha bi lêv kir:
DMME’yê bi biryara ji bo Rêber Apo da, der barê Tirkiyê de got sererastkirina qanûnî ya hatiye kirin li dijî qedexeya îşkenceyê ye û divê ev sererastkirinek qanûnî ya nû bê kirin. Ev biryar di 2014’an de hate dayîn.
“Niha Mafê Hêviyê yê hezaran tê nîqaşkirin”
Raziye Ozturk da zanîn ku biryara navberê, nêzîkatiyek erênî be jî biryarek dereng mayî ye û wiha domand:
“Sererastkirina qanûnî ya pêk bê wê bandora hezaran girtiyên cezayê muebetê girtine bi bandor bike.
Niha mêfê hêviyê yê hezaran kesî tê nîqaşkirin.
Niha li her derê cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo çalakî didomin.
Parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrinê di dawiya axaftinên xwe de diyar kir ku sekreterya wê navberekê pêşnûme biryarê amade bike û got:
“Dibe ku dosya ji nû ve ji bo DMME’yê bê şandin lê ji bo dosyayeke ku hewcedarî bi sererastkirina qanûnî heye, pêwîstî bi tespîtkirina dubare tune ye.
Di alî biryarên ku 10 salin pêk nehatine de hewce bi gavên bi bandor heye.”
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê wê mijara ‘Mafê Hêviyê’ bike rojev



