Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 3 şehîdan ku di encama kemîna Hêzên Îranê de li Kotolê şehîd bûne eşker kir.
HPG’ê sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got:
“Weke şopdarên hevrêyên xwe yên ku navê xwe li dîroka azadiyê ya gelê me nivîsandine, di şexsê wan de em ê hewl bidin hêjayî şehîdên xwe bin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 3 şehîdan ku di encama kemîna Hêzên Îranê de li Kotolê şehîd bûne eşker kir.
HPG’ê li ser kesayet û tekoşîna şehîdan ev nirxandin kir:
“Hevrêyên me Rênas, Hogir û Berxwedan weke milîtanên fedaî yên gelê me li her qada ku têkoşiyan bi rengekî hêja temsîliyeta milîtaniya Apoyî kirin.
Hevrêyên me heta nefesa xwe ya dawî dilsozê nirxên azadiyê man ku bi berdêlên giran hatine afirandin.
Hevrêyên me Rênas, Hogir û Berxwedan ji qadên welatparêziya xurt a Kurdistanê ji Gever, Cizîr û Mexmûrê tevlî nava têkoşîna azadiyê ya gelê me bûn.
Di her kêliyê de bi rengekî fedaî jiyan û şer kirin.
Bi sekna xwe ya li nava têkoşînê û kesayetiya xwe bûn parêzvanên xurt ên xeta berxwedanê ya partiya me PKK’ê.
Hevrêyên me metirsiya qirkirinê ya li ser gelê me heta hucreyên xwe hîs kirin.
Hevrêyên me Rênas, Hogir û Berxwedan zanîbûn ku dilsoziya xwe ya bi Rêbertî û hevrêyên şehîd re tenê bi mezinkirina têkoşînê dikarin bi wate bikin, ji bo vê jî hewl dan di nava rastiya têkoşînê de xwe bigihînin asta herî bilind.
Hevrêyên me bi nirxên ku di nava têkoşînê de afirandin, navê xwe li dîroka azadiyê ya gelê me nivîsandin.
Weke şopdarên hevrêyên xwe em ê di nava wê hewldanê de bin ku di şexsê wan de hêjayî şehîdên xwe hemûyan bin.
HPG’ê herî dawî got: “Bi van hestan em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe Rênas, Hogir û Berxwedan, xelkê welatparêz ê Gever, Mexmûr û Cizîra Botan û gelê xwe yê Kurdistanê re dixwazin.
Em soza xwe dubare dikin ku ji bo bicihanîna hesreta wan, em ê têkoşîna xwe mezin bikin.
Agahiyên li ser nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Rênas Civyan
Nav paşnav: Bedran Erîn
Navê Dayikê: Pakîze
Navê Bav: Refîk
Dem û cihê şehadetê: 19’ê Tîrmeha 2024 / Kotol

Nasnav: Hogir Botan
Nav paşnav: Şerîf Adlim
Navê Dayikê: Hediye
Navê Bav: Abdulvahap
Dem û cihê şehadetê: 19’ê Tîrmeha 2024 / Kotol

Nasnav: Berxwedan Goyî
Nav paşnav: Rizgar Kara
Navê Dayikê: Esmer
Navê Bav: Mûhammed
Dem û cihê şehadetê: 19’ê Tîrmeha 2024 / Kotol



