Desteya Çandê û Şûnwaran bi hevkariya Desteya Çandê ya kantona Dêra Zorê 2. Forima Atyafan li bajarê Dêra Zorê li dar xist.
2. forima Etyafan bi çalakiyeke çandî di bin navê “Çand di bin yek asmanî de ye” hat lidarxistin.
Rewşenbîr û hunermendên kantonên Dêra Zorê û Reqayê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Dêrazorê û Partiya Sûriya Pêşerojê beşdarî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de sinvîzyon, helbest û stranên folklorî yên herêmê hatin pêşkêşkirin.
Çalakiya hunerî bi xilatkirina hunermendê koçkirî Ziyab Meşhûr û Desteya Çand û Şûnwaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dawî bû.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku 1. çalakiya Forima Atyafan di 1’ê Tebaxa borî de li Reqayê hat lidarxistin.



