Penaberên ku ji Lubnanê vegeriyane herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, spasiya Rêveberiya Xweser kirin ku rêwîtiya wan hêsan kirin û alîkarî ji wan re pêşkêş kirin.
Penaberan gotin: “Ji ber êrişan me yekser barê xwe da herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber ku cihê herî bi ewle ye.”
Penaber û şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên ji Lubnanê reviyane û hatine herêmê, axivîn.
Gelek ji wan piştî ku sînorên Sûriyeyê derbas kirin, tercîh kirin bên herêmê, ji ber ku ewle û aram e.
Rêveberiya Xweser ji bo girtina tedbîrên pêwîst û hêsankirina kar û barên sûriyên vedigerin herêmê, maseya krîzê ava kiribû.
Mehmûd El Ehmed: Rêveberiya Xweser rêwîtiya me hêsan kir
Mehmûd El Ehmed ê ji Reqayê, piştî êrişa Îsraîlê ji Lubnanê vegeriya herêmê wiha axivî:
“Ji ber moşekan em ji mal derketin û heta çend rojan li bin daran man.”
Mehmûd spasiya Rêveberiya Xweser kir û got:
“Qerebalix li ber deriyê Tebqayê pir e lê dîsa jî em pir li bendê neman, tedbîrên ketina herêmê hêsan û bi lez bûn.”
Lîna Mihemed: Rêveberiya Xweser alîkarî ji me re pêşkêş kir
Lîna Mihemed jî wiha behsa rêwîtiya koçberiyê kir:
“Bi êrişên li dijî başûrê Lubnanê re em derketin û em çûn ser sînorê Sûrî û Lubnanê.
Em 3 roj li wir man û piştre em derbasî Sûriyê bûn û em yekser hatin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”
Lîna jî spasiya saziyên Rêveberiya Xweser kir ku li ser deriyê Tebqayê alîkariya wan kir.
Ehmed Îsmaîl: Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê cihê herî bi ewle ye
Ehmed Îsmaîl jî ji Lubnanê vegeriya herêmê û anî ziman ku wan berê dan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber ku cihê herî bi ewle ye.
Îsmaîl di dawiyê de got:
“Em spasiya Rêveberiya Xweser dikin ku kar û barên şêniyan hêsan kir û em bê astengî û bi silamtî gihaştin herêmê.”



