Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bilançoya şerê meha Îlonê bi daxuyaniyêkê eşkere kir.
Li gorî bîlançoya şer a meha Îlonê ku HPG’ê eşkere kir: “Gerîlayên Azadiyê 112 caran çalakî kirin û di encama çalakiyên gerîla de 28 dagirker hatin kuştin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bilançoya şerê meha Îlonê bi daxuyaniyêkê eşkere kir.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Pêşengên me yên fedaî bi rengekî profesyonel û serketî çalakiya fedaî kirin û di pêvajoya herî giran de serdemeke nû dane destpêkirin.
Bi bilindkirina fedaîtiya Apoyî re asta tevlîbûna li têkoşînê bilind kirin, pîvana têkoşîn û jiyana rast a li ser xeta Apoyî jinûve diyar kirin.
Fedaiyên me mohra xwe li rabirdûyê xistin, ev dem bi rê ve birin û siberoja me diyar kirin.
Em soza xwe dubare dikin ku rêbazê çalakiyê û jiyana Apoyî ya fedaiyên xwe her tim bişopînin û timî xwedî lê derkevin.”
HPG: Gerîlayên azadiyê bi ruhê fedaî şer kir
HPG’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku gerîla bi rihê fedaî şer û têkoşîn kir û got:
“Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku şopdarên xeta fedaîtiyê ne, di nava meha Îlonê de li dijî êrîşên artêşa dagirker û dewleta Tirk a mêtinger qirker bi ruhê fedaî yê Apoyî li ber xwe dan.
Li Bakurê Kurdistanê ji Mêrdînê heta Botanê, ji Amedê heta Dersîm û Garzanê artêşa dagirker êrîş kir gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî bi ruhê fedaî yê Apoyî û taktîkên gerîla yên profesyonel bersiv dan.”
HPG: Di meha Îlonê de 112 çalakî li dijî dagirkeran hatin pêkanîn
Bîlançoya şer a meha Îlonê bi vî rengî ye:
Di meha Îlonê de ku bombardûman û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi teknîka şer zêde bûn, Herêmên Parastinê yên Medyayê 51 caran bi teqemeniyên qedexekirî, 8 caran bi droneyên bombebarkirî, 169 caran bi helîkopterên êrîşê û 303 caran jî bi balafirên şer hatin bombekirin.
Di şerê li hemberî artêşa Tirk a dagirker de li Eyaleta Mêrdînê hevrêyên me Zerdeşt Sûrûç-Adem Ozkan û Rêbaz Bagok-Selman Dagdelen, li Eyaleta Amedê hevrêyên me Hebûn Pîro-Zirav Taş û Botan Osyan-Fehmî Başkûrt bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.
HPG: Di encama çalakiyên gerîla de 1’jê payebilind 28 leşker hatin kuştin
Di nav ameha Îlonê de gerîlayên me performanseke çalak nîşan dan, ji hewayî carekê, ji bejahî 111 caran; bi taktîkên cuda 112 caran çalakî kirin.
Di encama van çalakiyan de Serdarê Peya Osman Ayan û 27 dagirker hatin cezakirin û 11 dagirker jî birîndar bûn.



