Hevsekreterê Giştî yê Yekitiya Parêzeran a Ewropayê ya ji bo Demokrasî û Mafên Mirovan a Cîhanê Thomas Schmidt diyar kir ku li Abdullah Ocalan “tecrîdeke taybet” û got: “Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê divê ji ber destûra hevdîtinan nade, Tirkiyeyê ermezar bike.”
Zêdetirî hezar û 500 parêzer û saziyên hiqûqê yên navneteweyî di 16’ê îlonê de ji bo Rêber Apo name ji Wezareta Dadê re şandin.
Di nameyê de hat gotin ku astengkirina hevdîtinên bi Rêber Apo, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin re derhiqûqî ye.
Her wiha hat xwestin ku destûr were dayin da ku parêzer û malbat bikarin biçin Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin.
Yek ji kesên name şandî jî Hevsekreterê Giştî yê Yekitiya Parêzeran a Ewropayê ya ji bo Demokrasî û Mafên Mirovan a Cîhanê (ELDH) Thomas Schmidt bû.
Hevsekreterê Giştî yê ELDH’ê Thomas Schmidt, têkildarî tecrîdê axivî.
Thomas, anî ziman ku Rêber Apo ji 15’ê sibata 1999’an heta niha di tecrîdê de ye û wiha got:
“Ji 15’ê sibata 1999’an heta niha li Îmraliyê tecrîdeke taybet û cihêkar di meriyetê de ye.”
“Mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan”
Thomas diyar kir ku Tirkiye di heman demê de qedexeya îşkenceyê û mafê darizandina adilane yên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) binpê dike û wiha
pê de çû:
“Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2014’an de biryar da ku ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan hatiye binpêkirin.
Sûc çiqas giran dibe bila bibe, bêparhiştina ji azadiyê ya bêyî ku şensê berdanê hebe, li dijî fikra rûmeta mirovahiyê ya PMME’yê ye.
Mafê birêz Ocalan heye ku bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike.”
“Divê Tirkiyê bê şermezarkirin”
Thomas Schmidt da zanîn ku Tirkiye endama Konseya Ewropayê ye û wiha bi dawî kir:
“Komîteya Wezîran a girêdayî Konseya EWropayê, divê ji ber astengkirina hevdîtina bi parêzer û malbatan re, Tirkiyê şermezar bike.
Ji bo destpêkirina karûbarên binpêkirinê, Tirkiye bi têrî xwe hincetan pêşkeş dike.”



