Forumeke berfireh li Sûdanê ji bo jinan hat li darxistin.
Di forûmê de banga Parastina Yekîtiyê, xurtkirina serweriya hiqûqê, bidestxistina aştiyê, redkirina tundî û nakokiyên navxweyî û tevlîkirina Jinan di mijarên şer û aştiyê û biryardanê de hat kirin.
Şerên li Sûdanê yên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de dewam dikin.
Yên herî zêde dibin qurbana van şeran û ji mafê biryardayinê bê par dimînin jin in.
Sekreteriya Karûbarên Civakî ya Sûdanê bi armanca gihaştina çareseriyan ji bo pirsgrêkên jinan forumek berfireh li dar xist.
Forma di bin dirûşma “Jin tevkariyê li hevgirtin û ji nû ve avakirina jiyanê dikin” li bajarê Dongola yê li eyaleta Bakurê Sûdanê li ser du rojan hat li darxistin.
Têde başdariyek mezin ji aliyê jinên ji komên cuda de çê bû.
Di Formaê de gelek nîqaşên berfireh derbarrê pirsgirêkên jinan di aştî û şer de hat kirin.
Jinên ji Sûdanê: Divê Jin bibin xwedî biryar û tevlî mijarên şer û aştiyê bibin
Di Formê de gelek biryar derketin hinek ji wan jî ev in:
“Rakirina nakokiyên navxweyî û danîna bingehên jiyana hevbeş a aştiyane
Redkirina tundî û tevlîkirina jinan di mijarên şer û aştiyê û biryardanê de.
Xurtkirina welatparêziyê û derbaskirina mezhebperestî, eşîrperestî û herêmparêzî.
Yekkirina pirsgirêkên jin û malbatê di pêşveçûna berfireh û pêşveçûna domdar de û tevlêkirina jinên ji gundan di pêşveçûna herêmî de.”
Jinên ji Sûdanê: Em ê weke Jinên Sûdanê bibin xwedî plan û projeyên nû
Jinên ku tevlî Formê bûn balkişandin ser êş û pirsgrêkên jina di civakê de û gotin:
“Komîteya Jin bû xwedî beşdariyeke girîng di Berxwedana Gel û Yekîtiya Giştî ya Jinên Sûdanî de.
Em ê weke jinên Sûdanê bibin xwedî plan û projeyên xwe yên nû.



