Endama Desteya Rêveber ya Mekteba Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed ragihand ku pêşniyara guhertina Yasaya Rewşa Kesî cihê xemgîniyê ye, ji ber ku hin ji van guhertinan dibe ku metirsiyê li pêşketinên me yên bi dehan salan yên di dabînkirina mafên jin û zarokan de bike.
Di 4’ê Tebaxê (2024) de li Parlamentoya Iraqê runiştina yekemîn û di 12’ê Îlonê de jî runiştina duyemîn ji bo sererastkirina Yasaya Rewşa Kesî ya hejmar 188 ya sala 1959’ê hate kirin.
Li gor dîtinên pisporan eger ev yasa were sererastkirin wê mezhebgerî kûrtir bibe.
Mafê jin û zarokan wê hîn zêdetir were binpêkirin.
Bi sererastkirina vê yasayê wê rê ji zewaca zaroka keç ya 9 salî û zarokê kur yê 15 salî, zewaca ji derveyî dadgehê re bê dayîn.
Endama Desteya Rêveber ya Mekteba Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed li ser projeyasaya guhertina Yasaya Rewşa Kesî, li ser medya dijîtal ‘X’ê peyamek belav kir.
Şanaz Îbrahîm Ehmed destnîşan kir ku herêm ji bêîstiqrariya siyasî bigire heta qeyranên aborî ru bi ruyê gelek pirsgirêkên mezine û wiha got:
“Ji ber vê yekê ne guncawe ku em siyaseteke ku civakê hîn zêdetir parçe bike, an jî mafên jin û zarokên me bixe xeterê, pêşniyar bikin.
Gelek mamostayên olî, parêzer û çalakvanan ev guhertin rexne kirin.
Hişyarî dan ku dibe ku ew rola desthilata dadweriyê di parastina beşa civakê ya herî lewaz de bêbandor bikin.
Divê em bi ciddî guh bidin van hişyariyan.”
Şanaz Îbrahîm Ehmed da zanîn ku divê parlementer û desthilata dadwerî ji bo ku her guhertinek bi tevahî zelal û vekirî be xebat bikin.
Destûr nedin ku guhertin li dijî destûr û çarçoveya yasayên neteweyî û navneteweyî bin, bi taybetî jî mijara zewaca zarokan.



