Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan bi Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî re civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist.
Mesûd Pezeşkiyan derbarê geşedanên nû yên bi Îsraîlê re got ku:
Em aştiyê dixwazin, aramiyê dixwazin.
Em naxwazin li ti welatekî xwîn birije. Lê Îsraîl me neçar dike ku em vê yekê bikin.”
Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan ji bo beşdarî Civîna Danûstandina Hevkariya Asyayê bibe çû li Dohaya paytexta Qeterê.
Pezeşkiyan beriya civînê bi Mîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed Al Sanî re civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xist.
Mesûd Pezeşkiyan derbarê geşedanên nû yên bi Îsraîlê re nirxand.
Pezeşkiyan got:
“Em teqez li dijî rijandina xwînê ne. Me her tim gotiye: Em aştiyê dixwazin, aramiyê dixwazin.
Em naxwazin li ti welatekî xwîn birije. Lê Îsraîl me neçar dike ku em vê yekê bikin.”
Pezeşkiyan: Em naxwazin li ti welatekî xwîn birije
Pezeşkiyan têkildarî kuştina Serokê Hamasê Îsmaîl Heniye ya li Tehranê ev tişt got:
“Îsraîl bi kuştina mêvanê me mecbûr kir ku em bersivê bidin. Êvara ku min sonda serokkomariyê xwar ev yek pêk hat.
Ti welat û alî vê yekê qebûl nakin. Di bin siya şer de tu herêm nikare pêş bikeve û bi aramî bijî.”
Derbarê îxtîmala ku Îsraîl li dijî Îranê êrîş bike, Mesûd Pezeşkiyan got:
“Eger Îsraîl êrîş bike wê bersiva me tundtir be.”
Pezeşkiyan: We Îsraîl xist dilê vê herêmê
Pezeşkiyan di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser kiryarên Îsraîlê yên li herêmê û rola welatên Rojava di vê pêvajoyê de.
Serokkomar Pezeşkiyan diyar kir ku Îranê heta niha hewl daye li hemberî polîtîkayên êrîşkar ên Îsraîlê helwêsteke aştiyane bigire, lê kiryarên provokatîf ên Îsraîlê komkujî zêde kirine.
Pezeşkiyan axaftina xwe wiha domand:
“Dema van êrîşan dikin, dibêjin ‘Tu carî bertek nedin, eger hûn bertek nîşan bidin wê ev şer mezin bibe.
Her ku me hewl da ku bi aramî nêz bibin, komkujî û zilma wan zêde bû.
Ger em li dîroka cîhanê binêrin, rageşiyek wiha neqewimiye.”
Pezeşkiyan bang li welatên Rojava kir: Ji kerema xwe Îsraîl vekişînin
Her wiha Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan wiha bang li welatên Rojava kir:
“Em naxwazin ev alozî li herêmê belav bibe.
Ji kerema xwe Îsraîl vekişînin, we Îsraîl xiste dilê vê herêmê.
Hûn jî di vê xwînrijandinê de rola xwe dilîzin.”
El-Sanî: Zêdebûna rageşiyê dê ji bo her kesî encamên pir xirab bîne
Li aliyê din Emîrê Qeterê Şêx Temîm Bin Hemed El Sanî jî bal kişand ser rageşiya li herêmê û wiha got:
“Em dibînin ku zêdebûna rageşiyê wê ji bo her kesî encamên gelekî xerab derxe holê.”
Emîrê Qeterê bal kişande ser wê yekê ku ji bo dabînkirina aştiya heremê pêwîstî bi çareseriyên lezgîn heye.
Emîrê Qeterê Şêx Temîm diyar kir ku Qeter ji bo tevkariyê li pêvajoya aştiyê bike ji her cure navbeynkariyê re amade ye û got:
“Weke Qeterê me ragihand ku em ê di vê mijarê de bibin navbeynkar. Her tiştê ku ji destê me tê em dikin.”



