Di serî de herêma rojavayê Zapê, li qelek qadan gerîlayên HPG û YJA Starê li dagirkeran xist.
Di çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin, wesayiteke leşkerî hat bêkêrkirin û 3 drone jî hatin xistin.
Her wiha HPG’ê diyar kir ku hêzên dagirker hîn jî teqemeniyên qedexekirî bi kar tînin.HPG’ê eşkere kir ku qadên wan 9 caran bi teqemeniyên qedexe, 38 caran jî bi balafirên şer hatine bombekirin.
Di serî de herêma Rojavayê Zapê, li Herêmên Parastina yên Medyayê Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li arteşa Tirk a dagirker xist.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê çalakiyên gerîla û êrişên dewleta Tirk a dagirker eşkere kir.
Li gorî daxuyaniyê
“Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
30’ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê bi çekên giran li kepçeyên dagirkeran hate xistin ku hewl didan bi armancên leşkerî rê çêbikin.
Di encamê de derb li kepçeyekê ket û karê dagirkeriyê hate rawestandin.
Heman rojê li Qada Berxwedanê ya Girê Baharê jî bi çekên giran li wesayitên leşkerî hate xistin.
Wesayita ku derb lê ket şewitî û bêkêr bû.
1’ê Cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê jî bi bi çekên sekvaniyê û giran li hêzên arteşa Tirk hat xistin.
Di encamê de dagirkerek birîndar bû.
Dîsa li heman qadê 2’ê Cotmehê vê carê gerîlayan bi sabotajê li dagirkeran xistin
Hat ragihandin, li wir jî bi qasî ku hatiye zêlalkirin herî kêm 3 dagirker hatine cezakirin.
Yekineyên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî jî heman wextî li dijî tevgera dagirkeriyê di nava çalakiyan de bûn.
Gerîlayên YJA Starê bi çekên ferdî 2 dronên arteşa dewleta tirk a qirker xistin.
Her wiha hat eşkerekirin ku 30’ê Îlonê li herêma Garê jî droneyek ku ji qada Çemankê ber bi qada Çiravê ve diçû, hate xistin.
Arteşa Tirk 9 caran bi teqemeniyên qedexekirî êriş kir
Di dewamê de daxuyaniyê de têkildarî êrişên arteşa Tirk agahî hat dayîn û hat diyarkirin dagirker hîn jî teqemeniyên qedexekirî bi kar tînin.
HPG’ê got:
Ji 30’ê Îlonê heta 2’ê Cotmehê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya li Girê Cûdî û Girê FM 9 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.
Herêmên Parastina yên Medyayê 38 car bi balafiran hat bombekirin
Her wiha hat ragihandin ku Herêma Xakurkê, Herêma Garê, Zap û Metînayê jî bi giştî;
21 caran bi balafirên şer û 17 caran bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.



