Şandeya DEM Partî û ji Parêzerên Rêber Apo Îbrahîm Bîlmez li bajarê Strasbourg yê Fransayê beşdarî civîna Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê bûn.
Li wir bi sernavê “Rewşa Girtiyên Siyasî ya li Girtîgehên Tirkiyê” civîneke çapemeniyê hate lidarxistin.
Û bi taybetî îşaret bi pergala êşkence û tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo hat kirin.
Ji bicihanîna biryarên DMME’yê ya têkildarî rakirina tecrîdê, bang li saziyên Ewropayê hat kirin ku zextê li dewleta Tirk bê kirin.
Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partiyê û ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez ku li bajarê Strasbourg ê Fransayê ne, hevdîtinên xwe didomînin.
Hemwextî hevdîtina bi gelek rayederan re, şande beşdarî civîna Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) jî bûn.
Di hevdîtinan de binpêkirina mafê mirovan û pirsgirêkên li qada hiqûqê yên li Tirkiyê hatin nirxandin.
Civîn bi sernavê “Rewşa Girtiyên Siyasî ya li Girtîgehên Tirkiyê” pêk hat
Di roja dawî ya hevdîtinê de li Konseya Ewropayê bi sernavê “Rewşa girtiyên siyasî ya li girtîgehên Tirkiyê” civîneke çapemeniyê hate lidarxistin.
Parêzer Îbrahîm Bîlmez, Parlamentera Koma Yekîtiya Çep Dr. Deepa Govindarajan û Parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Berdan Ozturk weke axaftan beşdar bûn.
Di serî de Berdan Ozturk axivî û pergala qirkirin, tecrîd û êşkenceyê ya li ser Rêber Apo nirxand,
Piştre Îbrahîm Bîlmez mafê axaftinê girt û anî ziman girtîgeh û rewşa girtiyên siyasî birîneke Tirkiyê ye ku xwîn jê tê.
Îbrahîm Bîlmez: Rewşa Girtiyên Siyasî birîneke Tirkiyê ye ku xwîn jê tê
Bîlemz diyar kir ku girtiyên 30 salan ragirtî ne li gel ku divê bi şert bêne berdan, nayên berdan û wiha got:
“Hîn gelek pirsgirêk hene, lê belê cihê ku ev hemû gihîştine asta herî bilind girtîgeha Îmraliyê ye.
43 meh in em nikarin agahiyê ji Îmraliyê werbigirin. ”
Parezer Bîlmez biryara DMME’yê ya têkildarî cezaya li ser Rêber Apo ku weke binpêkirina mafê mirovan destnîşan kiribû bibîrxist û got:
10 sal di ser vê biryarê re derbas bûne lê belê Tirkiyê di vê mijarê de guhertinek nekiriye.
Îbrahîm Bîlmez: Komîteya Wezîran ji bicihanîna biryarên DMME’yê berpirsyar e
Di vê çarçoveyê de Parêzer Bîlmez îşaret bi helwesta Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ya li dijî binpêkirênên Tirkiyê kir û ev tişt anî ziman:
Mixabin Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku ji bicihanîna biryarên DMME’yê berpirsyar e, di vê mijarê de wezîfeya xwe bi têrkerî bi cih nîne.
Bîlmez destnîşan kir ku statuya Rêber Apo têkildarî meseleya Kurd e û nêzikatiya dewleta tirk a li Îmraliyê jî tê wateya neçareserkirina pirsgirêka Kurd.
Lewra ji bo ji bicihanîna biryarên DMME’yê Parêzer Îbrahîm Bîlmez ji saziyên Ewropayê xwest ku zextê li dewleta Tirk bike.



