Akademiya şehîd Ronî Welat a perwerdeya leşkerî û siyasî ya girêdayî Meclisa Leşkerî ya Hecînê dewriyeke nû bi navê şehîd Aydil vekir.
37 şervan tev li dewreya ku akademiya şehîd Ronî Welat a perwerdeya leşkerî û siyasî, bûn.
Di merasîma vekirina dewreyê de fermandarên Meclisa Leşkerî ya Hecînê, endamên sazî û komîteyên Rêveberiya Xweser a rojhilatê Dêra Zorê beşdar bûn.
Di serî de turaneke leşkerî hat pêşkêşkirin, piştre fermandarê Meclisa Leşkerî ya Hecînê Orya Mehmûd vekirina dewreyê li şervanan pîroz kir û fedakariya şehîdan bi bîr anî.
Her wiha Mehmûd teqezî bi pabendiya meclisê ya bi parastina kantona Dêra Zorê ve, da.
Li dawiyê şervanên ku tev li perwerdeyê bûne soz dan.



