Dewleta Îranê, heta vê gavê tedawiya Nêrgîs Muhammedî asteng dike û malbata wê banga hestiyariyê li saziyên mafên mirovan dike.
Nêrgîs Muhammedî ya li girtîgeha Evînê ya Îranê dimîne û rewşa wê ya tenduristî roj bi roj ber bi xirabiyê ve diçe.
Malbata aktîvîsta mafên mirovan a girtî, têkildarî rewşa Nêrgîs daxuyaniyek belav kir û got:
Li gorî biryara nivîskî ya doktorê dil, pêwîst bû di vê mehê de Nergîs ji bo kontrolê serdana nexweşxaneyê bikira, lê rayedarên girtîgehê rê nadin Nergîs serdana nexweşxaneyê bike.
Doktor diyar dikin ku divê Nergîs bi aweyek lezgîn were emelyatkirin.
Malbatê bang li saziyên mafê mirovan kirin ku erka xwe bicih bînin.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku di meha borî de jî rayedarên girtîgeha Evîn 3 caran rê nedan ku Nergîs serdana nexweşxaneyê bike.
Rojnamegera girtî ya nexweş Serunaz Ehmed ev 28 rojin dermanan red dike
Her wiha girtiya nexweş Rojnemevan û Çalakvana mafê zarokan Serunaz Ehmed ji ber destûra kontrola bijîşkî nehatiye dayîn ev 28 roj in di grevê de ye.
Serunaz Ehmed 28 roj in xwarina dermanên xwe red dike.



