Li welatên Ewropa û cîhanê çalakiyê ji bo pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” didomin.
Li bajarên Elmanya û Swîsreyê Kurd û dostên xwe komploya 9’ê Cotmeha a li ser Rêber Apo şermezarkirin û gotin: ‘Heta ev pêngav serbikeve wek Kurdistanî û dostê wan em ê her ser piya bin’
Bi boneya salvegera 1. a pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” re li bajarê Strasbourg yê Elmanyayê çalakî pêk hat.
Komuna Jinan a Zîn û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Strasbourgê meş li dar xist.
Di çalakiyê de qala pêşketina komploya navneteweyî hate kirin û hate gotin;
Piştî komploya navneteweyî ya li aliyê hêzên emperyalîst ve hatî pêşxistin, Îmralî veguherandine pergaleke êşkence û qirkirinê.
Hat diyarkirin sedema çaresernekirina demokratîk û siyasî ya pirsgirêka Kurd helwesta DYE û welatên Ewropayê yên Rojava ye.
Li ser vê bingehê çalakvanan bang li hemû kesên azadîparêz kirin ku bila tev li têkoşîna li hemberî pergala kapîtalîst bin.
“Heta pêngav serbikeve wek Kurdistanî û dostê wan em ê her ser piya bin”
Di heman çarçoveyê de li bajarê lozan û Biel yên Swîsreyê jî çalakî hatin lidarxistin.
Çalakiyên ku di Lozanê pêk hatî de çalakvanê Kolektîfa Enternasyonalîst a Ciwanan Saraf Schaft, parlementerê berê ya Partiya Demokratîk a Gelan Kemal Aktaş û parlementera DEM Partî Bêrîtan Guneş axivîn.
Di axaftinan de peyama ‘Heta ev pêngav serbikeve wek Kurdistanî û dostê wan em ê her ser piya bin’ hat dayîn.
Kurdistaniyên li bajarên Biel û Bernê jî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan û komîteya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” li hev civiyan.
Di çalakiyê de pergala êşkence û qirkirinê ya li ser Rêber Apo hat şermezarkirin.
Li Oslo û Frankfurtê ji bo azadiya Rêber Apo çalakî hatin lidarxistin



