Bi sedan kurdistaniyê Li Ewropa yê ji bo azadiya Rêber APo hatin ba hev û çalakî li dar xistin.
Li paytexta Oslo ya Norveçê ji bo azadiya Rêber Apo li Qada Stasyona Sentral ji aliyê NCDK-OSLO’yê stand hat danîn.
Hevserokê NCDK-OSLO’yê Andam Aso der barê çalakiyê de agahî da û got:
“Em di çalakiyê de der barê Rêber Apo de agahî didin û nivîs û pirtûkên wî belav dikin.”
Li ser navê Platforma Jinên Kurd a Norveçê Ayser Yuce jî anîn ziman ku ew ê ji bo azadiya Rêber Apo çalakiyên xwe mezin bikin.
Li Frankfurtê jî bi boneya salvegera Komploya Navneteweyî stand hate danîn.
Çalakî ji aliyê Meclîsa Frankfurt û Meclîsa Jinê ve hate li dar xistin.
Di çalakiyê de hate diyarkirin ku erka her kesî ye ku xwedî li Rêber Rêber Apo derkeve.
Li bajarê Bernê yê Ewropayê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin
Her wiha li bajarê Bernê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê kampanyaya “Tirêjên Rojê” dabû dest pê kirin.
Li ser navê Meclîsa Jinê ya Berjîn Zenda Gulîstan Sadon daxuyanî da û wiah got:
“Rêbertiya me nêzî 26 sal in di girtîgeha Îmraliyê de ye,Heta ku Rêbertiya me azad bibe em ê li qadan bin.



