PYD’ê ya bajarokê Rimêlanê panleke diyalogê li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo li dar xist.
Tê de bi dehan şênî beşdar bûn.
Panel li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê yê bajarê Girkê Legê li dar ket.
Tê de endamên saziyên sivîl û bi dehan şênî beşdar bûn.
Di serî de hevserokê Meclisa bajarê Girkê Legê Atif Sebrî komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo şermezar kir.
Sebrî diyar kir ku dîroka komployê dûr û dirêj e û bi dîroka Rojhilata Navîn û çanda wê ve girêdayî ye û got:
“Armanc ji wê parçekirina civakê û çandê û peydakirina nakokiyan di nav pêkhateyan de ye.”
Sebrî diyar kir ku armanc ji komployê têkbirina şoreşa gelê Kurd û tevgera azadiya Kurdistanê ye jî.
Atif Sebrî soza bilindkirina asta têkoşînê ji bo têkbirina pergala êşkence û qirkirinê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nû kir.



