Heya niha 17 hezar 501 Sûrî, 46 Lubnanî û 11 cenaze ji li Lubnanê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne.
Li gorî Maseya Krîzê 6 hezar û 114 mêr, 5 hezar û 587 jin, 5 hezar û 800 zarok, 46 Lubnanî û 11 cenaze bi giştî 17 hezar û 558 kes ji Lubnanê derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne.
Kesên ji Lubnanê tên li gel xizmên xwe dimînin û yên xizmên wan li vir nîn in li navendên bicihbûnê tên bicihkirin.
Nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Lubnanê ji bo kesên ku dixwazin ji ber şer biçin Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê komîteyên şopandina ava kirine.
Nûnertiyê bi hevkariya Komeleya Çanda Civkî ya Newroz a li Beyrûtê vegera wan hêsan dike û pêwîstiyên wan bi cih tîne.
Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca pêşwazkirina kesên ji Lubnanê tên maseya krîzê ava kiriye ku wan bi cih dike û pêdiviyên wan ji wan peyda dike.
Li aliyekî din Heyva Sor a Kurd li gelek bajaran konên komkirina alîkariyan ji bo kesên ji Lubnanê tên, vedane.



