Berdevkê Wezareta Karê Hindir ya Iraqê Mîqdad Mîrî da zanîn ku ji ber êriş û bombebaranên Îsraîlê, zêdetirî 5 hezar Lubnanî koçberî Iraqê bûne.
Berdevkê Wezareta Karê Hindir ya Iraqê Mîqdad Mîrî bi daxuyaniyekê ragihand ku ji ber êrişên Îsraîl yên li ser Lubnanê, heya niha bi rêya balafirxaneyên Bexda, Necef û deriyên sînor, 5 hezar û 693 Lubnanî koçî Iraqê bûne.
Hêjayî gotinê ye beriya niha serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî ragihandibû ku Iraq amadeye koçberên Lubnanî pêşwazî bike.



