Yekîtiya Raghandina jin-YRJ bi boneya Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd daxuyaniyek da .
YRJ diyar kir ku rojnamegeriya Jinên Kurd di encama berxwedan, berdêla rastiya jiyana tevahî jin û gelê Kurd de ava bû û got:
“Em ê Paradîgma Demokratîk Ekolojîk û azadîxwaziya jinê li tevahî cîhanê belav bikin.
Bi felsefeya ” jin jiyan azadî” sedsala 21’ê bikin sedsala azadiya jinê.”
Yekîtiya Raghandina jin bi boneya Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd daxuyaniyek da.
YRJ hemû şehîdên çapemeniya azad bi bîr anî û got:
“Rojnamegeriya Jinên Kurd di encama berxwedan, berdêla rastiya jiyana tevahî jin û gelê Kurd de ava bû.
Li hemberî hişmendiya ragihandina mêr-dewletê, li hemberî dagirkerî û qirkirinê, ragihandina azad a jin bû dengê têkoşîna jinên şoreşger û berxwedêr.”
“Ragihandina jina Kurd li ser xeta azadiya jin xwe bi rêxistin kir”
YRJ diyar kir ku ragihandina jina Kurd li ser xeta azadiya jin xwe bi rêxistin kir û pêşxist û wiha anî ziman:
“Ev xeta heqîqetê bûye îlham û çavkanî ji rojnamegeriya Kurdî re. Rojnamegera Şoreşger Gurbetelî Ersoz bi zanîst, têkoşîna xwe ji tevahî jinan re bû rênas û navnîşana rêya heqîqetê. Rojnamegerên jin eşkerekirin û ragihandina rastiya hovîtiya dewleta Tirk wekî erkekî dîrokî dîtin.”
“Dagirkeriya Tirk li hemberî ragihandina azad êriş daye destpêkirin”
YRJ anî ziman ku dewleta Tirk a dagiker li hemberî ragihandina azad êriş daye destpêkirin û wiha pê de çû:
“Jinên rastiyê radigînin û bûne dengê heqîqetê dibin hedefa hêzên desthilatdar. Bi hevkariya Kurdên xiyanetkar rêbazên herî hovane êrişên li dijî pêşengên jinê didomînin. Bi eşkerekirina rastiyê re, em ê hişmendiya zilam ya zayendperest hilweşînin.”
“Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî sedsala 21’ê bikin sedsala azadiya jinê”
YRJ di dawiyê de destnîşan kir ku wê Ragihandia azad bêdeng nebe û got:
“Em ê bi zanîst û nêrîna pêşenga ragihandina jina Azad Gurbetelî Ersoz rêxistinbûna xwe pêşbixin, êrişan têk bibin.
Paradîgma Demokratîk Ekolojîk û azadîxwaziya jinê li tevahî cîhanê belav bikin.
Bi felsefeya ” jin jiyan azadî” sedsala 21’ê bikin sedsala azadiya jinê.
Em ê bibin deng û pênûsa fikir, hêvî, bîrdozî û tekoşîna jinên berxwedêr.”



